Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 38

Xeleka 38:
Em pêkve li van peyiv û zarav û îdiyuman binêrîn:
Sulav (Siwîlav): Siwîliya avê, siwîlî, sulîn, sulîne, sulînek, rê ya avê yan borîya avê, di kevin da û li nav milletê me berek bi dirêjkanî (dû bihost heta sê bihosta) da kolan û nikrandin wekî borîya vêgavê ya nîv vekirî (Open Canal) da çêken û danine ber avê û jê hête birkekê yan cihekî, yan jî borîyeka girtî dihate çêkirin ji axa qelandî û av ji cihekî pê di bire cihekê dî û di gotin (ava filan kanîyê ya sulînekirî û birîye filan cihî), ji ber hindê heku av bi cihekê teng da jî dihête xar û ya bûş bît, dibêjin (siwîlîyeka avê ya bi filan cihî da dihêt), wate siwîlîya avê ya bûye siwîlav û sulav.
– Ji layekê dîve heku kulîlika bahîvê girdibît û navka xwe digirît dibêjin ya bûye (sulînek).
– Wate sulîn û sulîne anku borî, û siwîlav ew cihe yê av bi siwîlîyêda dihête xwar yê bûye sulav.

Comments are closed.