Erşîfê: Nivêsînên Hekar Findî

Pertûka “îtîk û yasayêt rojnamevanî” ya Hekar Findî derket

Ji weşanên zankoya polîteknîkî ya Duhok, hijmar 6 pertûka Hekar Findî ya bi navê ” îtîk û yasayêt rojnamevanî” kete berdestê xwendevanan.

Naveroka pertûkê dîtin û şiruveyeka yasayîye bo karê rojnamevanyê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî, pertûk pênç pişkan bixweve digre (rojnamenivîs û rojnamevanî, îtîkê rojnamevanî, maf û erkên rojnamenivîsî, tawan û sizayên rojnamenivîsî, mafê bi destveînana pêzanînan). Pitir Bixwîne

Bi hilkefta 118 saliya rojnamevanya Kurdî Hekar Findî bû mêvanê NRT

Li spêdehiya roja 22.04.2016 û bi hilkefta 118 saliya rojnamevanya Kurdî, Rojnamevan û mamostayê zankoyê Hekar Findî bû mêvanê bernamê “Beyanît Baş Kurdistan“ ê Televizyona Naliya (NRT).

Pitir Bixwîne

Reng

Pitir Bixwîne

Hekar Findî bi hilkefta 117 saliya Rojnamevaniya Kurdî bo Mêvanê Kurdistan TV

Li roja 22.04.2015 û bi hilkefta roja rojnamevaniya Kurdî, Rojnamevan û pipor di yasayên rojnamevanî de Hekar Findî bo mêvanê bernamê “Beyanî Baş” yê Kurdistan TV.

Pitir Bixwîne

Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha Duhokê (Çapa Diwê)

Bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê pirtûka Hekar Findî ya bi navê (Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê) ku li sala 2012an de hatibû çapkirin, careke din lê bi çapeke nûkiri çapkir.

Pitir Bixwîne

Kovara Ronahî

Ji çapkirîyên liqê Duhok yê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, êkem hijmar ji kovara (Ronahî) dubare hate çapkirin.

Dubare çapkirin ji hizir û berhevkirina Hekar Findî bû.
Hejî gotinê ye ku (Ronahî) êkem kovara devera Badînan bû, ji alîyê rehmetî (Hafiz Qazî) ve li sala 1960ê hatibû weşandin.

Pitir Bixwîne

Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê – 2013 (Bi zimanê Erebî)

Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha duhokê ku berî niha (2) çapên wê derketîne, careke din ji aliyê Rêveberiya Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê ve hat çapkirin lê ev çap bi zimanê Erebî û pêzanînên petivî ji bo xwendevanê erebî hate weshandin.

Pitir Bixwîne

Têgehekê Yasayi bo rojnamevanîyê di Pertûkeke Hekar Findî de

Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Hekar Findî bi zimanê Kurdî bi navê “Tegehekê yasayî bo reojnamevanîyê” derket.

Di vê pertûkê de, Hekar Findî li dûv yasayên karpêkirî li herêma Kurdistanê û çendîn welatên cîhanî rojnamenivîs û rojnamevanî bi dîtineka yasayî dayine şirove û xweyakirin.

Pitir Bixwîne

Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî hatin xelatkirin

Bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqe Duhok yê sendîka rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2012an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî.

Di vê rojê de (20) rojnamevanên dêrîn yên parêzgeha Duhokê hatine xelatkirîn, di nava van (20) rojnamevanên dêrîn de dû endamên malbata Findî hebuun ku hatin xelatkirin, ewjî Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî bûn.

Pitir Bixwîne

Dezgehên Ragehandinê di pertûkeke Hekar Findî de

Ji weşanên liqê Duhok yê Sendika Rojnamevanên Kurdistanê pertûkeke Hekar Findî bi navê “Rêberê Dezgehên Ragehandinê li parêzgeha Duhokê” bi zimanê kurdî derket.

Di vî rêberî de pêzanîn û rêyên peywendîkirinê yên pêtirî 80 dezgehên ku di parezgeha duhokê de ne cih digirin, ev rêbere dibe êkemîn rêber ku bi vî şêwazî derdikeve.

Pitir Bixwîne