IZET FINDÎ

Nivîskarekî Kurd e

IZET FINDÎ

– Navê wî yê sê qolî (Izet Findî Yehya) ye, di bîyavê nivêsîn û karî de pêtir bi navê (Izet Findî) bernîyase û berhemên xwe weşandine.

– Li sala 1960 an li Duhokê ji dayik bûye.

– xwendina xwe ya (despêkî, navincî, amadeyî) li Duhokê bi dawî anîye.

– Li sala xwandinê 1980-1981 an li zankoya Silêmanîye, pişka sikolocî hatîye wergirtin, piştî rijêma bexda zanîngeh veguhastîye bajarê hewlêrê, dû salên din li wir berdewamî da xwendina xwe.

– bawernama bekaloryos bi zanistên ciyolocî ji zanîngeha selahedîn wergirtîye.

– Li 23.11.2000 an bawernama masterê li zanîngeha selaheddin wergirtîye.

– Li sala 1977 an êkemîn nivêsîna xwe di rojnama Hawkarî de li bexda weşandîye.

– Wek nivîser ji sala 1980 an were bi berhemên xwe berdewame û pişkdarî di çendîn rojname û kovaran de kirîye mina (Hawkarî, Beyan, Roşinbîrî nuwê, Karwan, Bizav, Dicle, Botan, Gazî, Metîn, Peyman, Peyama Zankoyê, û gelekên din).

– Li salên (1992-1993) an li Kurdistan TV / Duhok karkiriye.

– Li salên (1994-1996) an wek nivîskar li rojnama (Peyman) karkiriye.

– Li salên (1996-1998) an wek endamê desteka nivêsîne li kovara (Gazî) karkiriye.

– Li sala 1998 an ta rawestandina wê li kovara (Dicle) wek rêveberê nivêsînê karkirîye.

– Wek nivîskar li kovara (Metîn) Karkirîye.

– Li sala 1986 an bûye endamê yekêtîya nivîskarên Kurd / Duhok.

– Endamê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê ye.

– Ji sala 1992 an were heya niha sikirtêr û endamê komela sikolocîyen Kurdistanê / Duhok e.

– Her ji damezrandina zanîngeha Duhok li zanînegaha navbirî karkirîye, wek (tomarkerê giştî, mamosta li kolîjên endaziyarî, çandin).

– Li 01.11.2013 an de bûye alîkarê serokê zanîngeha polîteknîkî ya Duhok bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabîyan.

– Li 01.10.2017 an bûye alîkarê serokê zanîngeha Newroz bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabîyan.

– Li 01.07.2018 an heya 04.03.2020 bûye serokê zanîngeha Newroz.

– Zimanên Kurdî (Dîyalêktên Kurmancîya Jêrî û Jorî), Erebî, Ingilîzî bi başi dizanît.

Berhemên çapkirî:

– Hindek babetên sikolocî, danan, 1992, bi zimanê kurdî ye.

– Şunwarên devera Duhokê, danan, 2002, bi zimanê kurdî ye.

– Despêkek bo zanistê çandinê, danan, 2013, bi zimanê ingilîzî ye.

– Cîyolocî û axx û rûwek û seqayê parêzgeha Duhokê, danan digel çend vekolerên din, 2014, bi zimanê kurdî ye.

– Rêber û rênmayên ezmûnan bo zanîngeha polîteknîkî ya duhokê, berhevkirin, 2015, bi zimanê kurdî ye.

– Rêber û rênmayên ezmûnan bo zanîngeha polîteknîkî ya duhokê, berhevkirin, 2017, bi zimanê kurdî ye.

– Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok, berhevkirin, 2017, bi zimanê kurdî ye.

Berhemên berhev bo çapê:

– Li dûr zimanê kurdî, danan, bi zimanê kurdî ye.

– Ferhenga zanistî, danan, bi zimanên kurdî, Ingilîzî, Erebî ye.

– zêdebarî çendîn berhemên dî.