Pertûkeke Ebdulkerîm Findî li ser zimanê Kurdî – Devoka Bahdînan derket

Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Ebdulkerîm Findî li ser zimanê Kurdî bi zimanê ‘Erebî bi navê “El-Lûxe El-Kurdîye fî Mentîqet Behdînan” anku “Zimanê Kurdî li Devera Behdînan” derket.

Pertûka desthilatdarê Birîtanî yê parêzgeha Musil / devera Badînan R.F.Cardîn ku di sala 1919an de bi zimanê ingilizî nivisandibû û weşandibû, nivîserê Kurd Ebdulkerîm Findî

û Metî Filîbs ev pertûk wergêrandine ser zimanê Erebî, û şaşiyên wê jî rastvekirine.

Ev pertûkê wek rê nîşander û dergehek bo fêrbûna zimanê Kurdî- devoka Badînan hatîye nivîsandin û berhevkirin ji bo wan kesên biyanî yên ku li wî serdemî seredana devere dikirin.

Di Naveroka pertûkê de rêzman û çewanîya fêrbûna zimanê Kurdî digel çendin peyv û zarav û kurte serhatî û çîrokên Kurdî hatîne diyarkirin ku li ser 56 pişkên cuda cuda hatîne parve kirin û di bin 4 çiwar dergehan de hatîne pêşkêşkirin.

Di wexta xwe de ka çewa ev pertûk bo inglîzî ziman zana hatibû berhevkirin bi mebesta fêrbûn û haydarbûn li ser zimanê Kurdî, niha pertûk di vê çapa xwe de ew bo erebî ziman zana hatîye peşkêşkirin ku bi rêya vê pertûke ew dikarin bi şêwazekê rêzmanî û rast û dirost fêr û haydarî zimanê Kurdî bibin.

Nivîserê Kurd Ebdulkerîm Findî derbareyi vê pertûkê wisa dinivîsîne û dibêje “sererayî hêbûna çendîn şaşîyan di naveroka vê pertûkê de ev dibe êkemîn vekolîna rêzmanî derbarê zimanê Kurdî/ devoka Badînî.

Hêjayî gotinê ye ku vê pertûk hijmar (25) di zincîreya weşanên rêveberîya çap û weşanê – Duhok ser bi wezareta rewşenbîrî û lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê de cih girtîye.

Ev pertûk ji (255) laperan pêk dihê, û li çapxana Hawar – Duhok/2012 çap bûye.

Bo barkirin û xwendina pertûkê….. li vir bitikîne

Comments are closed.