Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 44

Xeleka 44:

Dîsan hinde zarav û peyivêt taybet digel giyanewer û balindêt kehî ka çewan mirovê me digel wan dewr û bera serederî kirîye.

– Wirî: Here, bu (Sey).

– Çite: Here bu (Bizin) ê.

– Kite: Here bu (Kitik) ê.

– Wuşe: Here bu (Dewar) a.

– Kişe: Here bu (Mirîşk) ê.

– Şûş: Rawiste bu (Dewar) a.

– Piş piş: Were bu (Kitik) ê.

– Tiwî tiwî: Were bu (Mirîşk) ê.

– Melis: Heku bê gotin mirîşk lîs dibîte ser ‘erdî, wate di riwînît.

– Çert: vederkirin û cudakirin bu (Biznî û pezî) dihête gotin.

Comments are closed.