Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 45

Xeleka 45

Bi hizreka dî û bi çavekê dî em li van peyvan binêrîn:

– Bar: Piştî (حمل – ثقل)

– Bar: pişik (حصة)

Bi hizra min ev (bar)e, bi ramana me gotî diçîte ser gelek peyvan û watayêt cuda cuda di det, wekî (Serbar û Gêbar û Barebuy û ….) lê li hindek cihên dî wek (cih yan rê yan rex û rûy) ramanê di det, bo nimûne:

1- Rêbar: ew (cih)ê rê lê diçît.

2- Zêbar: ew (cih)ê zê lê diçît. Paşî bûye (deverek cografî).

3- Rûbar: ew (cih)ê rû lê diçît.

4- Darubar: ew (cih)ê dar lê miişe û zor.

5- Cubar: ew (cih) ê cu lê diçît, paşî bûye çendatîya avê (كمية).

6- Gêbar: gêbareka nivîna (gelek nivîn).

Comments are closed.