Ji weşanên liqê Duhok yê Sendika Rojnamevanên Kurdistanê pertûkeke Hekar Findî bi navê “Rêberê Dezgehên Ragehandinê li parêzgeha Duhokê” bi zimanê kurdî derket. Di vî rêberî de pêzanîn û rêyên peywendîkirinê yên pêtirî 80 dezgehên ku di parezgeha duhokê de ne cih digirin, ev rêbere dibe êkemîn rêber ku bi vî şêwazî derdikeve.
Bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê pirtûka Hekar Findî ya bi navê (Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê) ku li sala 2012an de hatibû çapkirin, careke din lê bi çapeke nûkiri çapkir.
Ji çapkirîyên liqê Duhok yê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, êkem hijmar ji kovara (Ronahî) dubare hate çapkirin. Dubare çapkirin ji hizir û berhevkirina Hekar Findî bû. Hejî gotinê ye ku (Ronahî) êkem kovara devera Badînan bû, ji alîyê rehmetî (Hafiz Qazî) ve li sala 1960ê hatibû weşandin.