Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 11

Xeleka 11:

Dîsan vegeryan bu Kurmancîya şêrîn û dewlemendîya wê, navê dengên teyir û tewal û ginawer û terş û kewal û mirovan jêk cuda ne:

1- Bo “Tewal” dibêjn: qeb qeba (Kew)î, wirîç wirîça (çuyçk)ê, kur kura (kutir)ê, qid qida (mirîşk)ê, qudî qudiya (‘eluk)ê.

2- Bo “Ginawer” dibêjn: liwîr liwîra (Gurg)î, waq waqa (Ruyivî), rew rewa (Sey), gew gewa (Kuyiçk)ê Sey, new newa (Kitk)ê, mîyew mîyewa (Pişîk)ê, wîs wîsa (Mişk)a, kuyfêna (Mar)î, wîr wîra (Beq)a, tvêna (pêşuy)a, buv buva (Mêş)a.

3- Bo “Dewar” dibêjn: hîrêna (Hesp)î wişhîna Hespî, hîlêna (Mahîn)ê, zirêna (Ker)î.

4- Bo “Terş û Kewal” dibêjn: mar mara (Bizin)ê, bar bara (Berx)a, ‘urya (Çêl)ê, qurya (Ga)y.

5- Bo “Mirov” dibêjn: hir hira (Zelam)î, şîq şîqa (Jink)a (dengê bilind), çîp çîpa (Jinik)a (dengê zirav), çurma çurm û pit pita (Jinik)a (dengê nizim), niz nza (biçuyik)a, gix gixa (biçuyk)a (biçuyikê sava).

Comments are closed.