Bi hilkefta 118 saliya rojnamevanya Kurdî Hekar Findî bû mêvanê NRT

Li spêdehiya roja 22.04.2016 û bi hilkefta 118 saliya rojnamevanya Kurdî, Rojnamevan û mamostayê zankoyê Hekar Findî bû mêvanê bernamê “Beyanît Baş Kurdistan“ ê Televizyona Naliya (NRT).


Di vê bernamê de Hekar Findî li ser rewşa rojnamevaniya Kurdî li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li herêma Kurdistanê axivî, her wisa amaje bi kartêkirina kirîza darayî a niha herêma Kurdistanê têde derbaz dibe li ser rewşa rojnmevaniya Kurdî. Dîsan Hekar Findî bi kurtî eger û çareserîyên xwe qurtalkirina rojnamevaniyê ji vê rewşê û gelek rewşên din jî dan diyarkirin.
Ji alîyekê din ve Hekar Findî amaje bi hebûn û bicihanîna yasayên girêdayî rojnamevaniyê li herêma Kurdistanê kir û da diyarkirin yasayên girêdayî rojnamevaniyê bi dirostî nayên bicihanîn, ji aliyekê din ve da diyarkirin ku pêtivîye hinek yasayên din ên taybet bi mediyayê bi giştî ku Tv, Radioyan jî bi xwe ve bigire li herêmê bên derêxisitn.

Li Bernameyi binere:

Comments are closed.