Pertûka “îtîk û yasayêt rojnamevanî” ya Hekar Findî derket

Ji weşanên zankoya polîteknîkî ya Duhok, hijmar 6 pertûka Hekar Findî ya bi navê ” îtîk û yasayêt rojnamevanî” kete berdestê xwendevanan.

Naveroka pertûkê dîtin û şiruveyeka yasayîye bo karê rojnamevanyê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî, pertûk pênç pişkan bixweve digre (rojnamenivîs û rojnamevanî, îtîkê rojnamevanî, maf û erkên rojnamenivîsî, tawan û sizayên rojnamenivîsî, mafê bi destveînana pêzanînan).

Pertûka navbirî li diwîf nivîsara serokatiya zankoya polîteknîkî ya Dihok / rêveberya geşepêdana pirogramên xwandinê jimare  (p.x/ 386) li 24/4/2017 birga 6ê, wek jêderekê serekî û pertûkeka zansitî û ekadîmî bo xwandinê li pişkêt rojnamevanî û rojnamevanîya elikitronî li zankoya navbirî hatye destinîşankirin.

Pertûka navbirî ji 90 laperên A4 pêk tê û li çapxana xanî – Dihok çapbûye.

li vir pertûke bixwwinê PDF

Comments are closed.