Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 47

Xeleka 47

Li vê xelekê jî, ka da hinde zarav û îdiyumêt dî bînîne nav behis û xeberan pitir girêday zansitê cîyolucî û cîyomurfolucî, lê gelek bi sivkî û rewanî da ku li ber xwandevayê asayî bi zehmet nekevît.

1- Zuyir: pêkhateka cîyolucî ye, wek çiya rêz û dirêj dibin lê ji çiya nizimtirin û pêkhateka taybet ji axê û xîzî û xireberî û cehcuyirî pêk dihên.

Nimûne:

a- Zuyirêt pişta Malltayê (Hola konifransa û senterê roşnibîrî yê zankoyê li ser avakirîne).

b- Zuyirêt pişta Mangêşkê devera Doskî ya.

c- Zuyirêt navbera Akirê û Zêy devera Surçya.

2- Mil: dibinda nihalle û parçeke ji pêkhateka mezin, dibît layek beten bît û li ser ketinê dê gehîte ser milê.

3- Bask: ji milê nizimtire û dîsan parçeke ji pêkhateka mezin.

4- Zînî: wekî zînê hespî ye, herdû mil betenin û dû rexêt bilindin, barapitir li pêkhata çiya pêş çavdikevin.

5- Suyar: dîsan herdû mil betenin û suyar ji zînya dibît nizimtirbin lê bu rê berifrehtirin, nimûne: Suyara êtuytê, rohlatê Duhukê, Suyara Tuyika (Havîngeha Suyaretuyika), suyarê (Gund suyarê).

 

li duy rikatîyê (حسب المیل  – slope) bi vî rengî nav dihête gotin.

1- Berbeten: guşe li navbera (10-15) pile.

2- Beten: guşe li navbera (15-30) pile.

3- Pesar: guşe li navbera (30-45) pile.

4- Durbe: guşe heta (70)ê pile jî diçît.

5- Helemuyit: guşe heta (80)ê pile jî diçît.

6- Zinar: guşe ya ji pêrve heta (90) pileye, wek zinarê kêste, req û req rawestaye.

 

Têbînî: rik wate (ميل – Slope).

Comments are closed.