Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 20

Xeleka 20:

Hevallan:

Derbarey (rêja avê) di nav axê da hindek zarav û idyomêt taybet di zimanê me da dihêne gotin:

1- wekî (ax) ter di bît û bi (pêt) mriovî ve (radbît) di bêjin axa (ter) bûy.

2- wekî (rêja avê) di nav axê da kêmve dibît û bi (pêt) mirovî ve (ne rabît) di bêjn ax ya (kizir) bûy.

3- wekî (rêja avê) di nav axê da kêmtir lê dihêt, di bêjin ax ya (zoha) bûy.

4- wekî (rêja avê) nemînît di bêjn ax ya (hişk) bûy.

 

* Wate li duy kêmbûna rêja avê bi vî rengî di bêjin:

Terr… kizir… zoha.. hişik.

 

* Berovajî vê çendê (zêdebûna) rêja avê di bêjin:

Ter… herî… teqin… rîçepolk

Comments are closed.