Di rêzbenda 8 an de ji weşanên zankoya polîteknîkî ya Duhok, rêveberîya perepêdana pirogramên xwandinê, namîlka “Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok” ji berhevkirin û pêdaçûna Dr. Izet Findî û Seyid Basim Seyid Muhemed derket.
Li roja sêşembî 25.02.2014 demjimêr (21:00) bi dema Kurdistanê, li ser ekranên DUNYA TV bernameya (Rû bi Rû) a Nevzet Keskîn a vê carê wê bi EBULKERÎM FINDÎ re were pêşkêşkirin. Hûn dikarin li bernameyê temaşe bikin li ser:
Ji weşanên MOMENT li Lenden pertûka Ebdulkerîm Findî ya bi navê (Qila’ Badînan- Kelên Badinan) bi çapeke nû derket. Pertûka navbirî beriya niha û li sala 2012an de li Kurdistanê di nêv weşanên Yekêtiya Nivîserên Kurd / Duhok hatibû çapkirin, Moment dîsan ev pertûk bi çapeke nêvdewletî belavekir.