Merwan Findî di hevpevîneke kovara “Peyama Zankoyê” de

Kovara “Peyama Zankoyê” ku kovareke zankoyî ye ji alîyê rêveberîya ragehandina zankoya Duhok derdikeve, di hijmara xwe ya meha kanuyina didiwan ya sala 2018an de hevpeyvînek bi Merwan Findî rêveberê rêveberîya jimêryarî li zankoya Duhok kiriye, findi.info wê hevpeyvînê dubare li vir belavedike. 

 

Rêveberê rêveberîya jimêryarî li zankoya Duhok
Berêz Merwan Findî:

Sindûqa dahatê zankoyê barsivikî li ser mîzanîya zankoyê peydakirîye

 

Peyama Zankoyê:

Rêveberê rêveberîya jimêryarî li zankoya Duhok Merwan Findî bo kovara Peyama Zankoyê diyarkir ku ew nuke li duyif rênmayên 86 yên sala 2016 karên xo encam diden û her ji 1/9 û heta nuke kar pê di ête kirin wekî Sindûqa dahatê zankoyê û gelek barê mîzanya zankoyê yê sivik kirî û got li ser mîzanya giştî ya herêmê jî barsivkîyek ya peydabûy çunkî gelek karên xo em li duyif van rênmayan bi rêve dibeyn û li zankoya Duhok ev Sindûqe bi serperiştya serokê zankoyê ye.

{Li sala borî ji dahatê Sindûqa zankoyê bi kojmê dû milyar û sed milyonan karê avedankirinê hatîye kirin}

Merwan Findî herwesa got yanên kolîjên zankoyê û senteran yên dayine bi kirê û herwesa parê ji dahatê qotabîyên êvaran û peralêl jî bo zankoyê di êt diçîte di hisaba zankoyê da wekî Sindûqa dahatê zankoyê û ji vî dahatî 23% di dene gencîna herêmê weku dahat û 7% jî di dene dîwana wezareta xwandina bilind û 70% jî bo zankoyê di mînît bo bi rêvebirina karên zankoyê li gel kolîja û rêveberîyên bi ser zankoyê ve, diyar jî kir ku li sala borî ya xwandinê nêzîkî sê milyar dînaran bo zankoyê ji vî dahatî hatin, ji wî parey jî nêzîkî 900 milyon dînaran dane gencîna herêmê û dîwana wezareta xwandna blind, dû milyar û sed milyonan jî kar yê pê hatye kirin, holên xwandinê yên pê hatîne çêkirin li kolîja endazyarî pişka mîkanîk û bayê 213 milyonan jî şeş holên dîtir yên avakirîn li kolîja perwerda binyat, bi 76 milyonan jî holên li kolîja peristarî hatîne avakirin û bi 230 milyonan jî kaftiryayên kolîja dermansazî pê hatîne çêkrin ku dibine nêzîkî milyareka dînaran û bi wî parê mayî jî kirîyên wanên êvaran pê hatîye dan û gelek xercîyên dîtir yên pê kirîn wekî kirîna esasî bo pişkên navxoy.

Rêveberê rêveberîya jimêryarî li zankoya Duhok herwesa diyar kir ku ev sale jî kolîja zimanan hatye vekirin û ji parê dahatê Sindûqa zankoyê gelek esas yê bo kirî, hewesa hindek taqîgeh jî li kolîja zansitên tendrustî hatîne çêkirin, piştî hindek pişkên zansitî li kolîja perwerda akirê jî hatîne vekirin hindek taqîgeh yên bo çêkirîn û nêzîkî 70 milyon dînar yên lê hatîne mezaxtin û bi kojmê nêzîkî 70 milyon dînaran dû hol yên li nêzîkî yarîgeha kolîja perwerda werizişî avakirîn li gel destişo û pêdivyên wan bo qutabyan û eve hemî ji Sindûqa dahatê zankoyê hatîne xerc kirin.

{Budca zankoyê 40% hatîye kêm kirin}

Merwan Findî got jî me 14 dikan yên nav bazarê Duhokê heyin û dahatê wan jî bo zankoyê di êt û pênc borcên têlefonan jî dayine bi kirê û dahatê wan bo zankoyê di êt û di çine di Sindûqa dahatê zankoyê da, ew jî diyarkir ku vî dahatê Sindûqa zankoyê barsivikî ya êxistîye ser mîzanîya bo zankoyê di êt ji layê hikumeta herêmê ve çunku ev mîzanîye ji heyva êk ya 2017 bi rêja 40% ya hatîye kêm kirin.

{Gencîna herêmê pê başe zanko ji wî dahatê bo di êt xo bi rêve biben}

Aşkira jî kir ku gencîna herêmê bo zankoyê diyarkirîye heke zanko dê şêt ji dahatê xo yê bo Sindûqa zankoyê di êt bişên xo pê birêve biben em dê hewe ji behra xo ya 23% lêborîn ji zankoyê wernagirîn, ku mîzanîya zankoyê bi ête rawestandin bo têst bo mawê salekê yan dû salan li bin çavdêrîya wan ve heke zanko bişêt îdara xo biket dê 23% bi zankoyê hêlin û ew bi tinê dê mûçên fermanber û mamostayan den, belê xercîyên dîtir nahêne dan, Merwan Findî got ez di bînim li duyif vî dest û darî sal bo salê dê baştir bît çunku li sala borî bi tinê li qûnaxa êkê me qutabî hebûn û ev sale dê dû qûnax hebin û sîstem jî pitir yê di bîte peralêl û dê pitir mifa jê hête wergirtin, sexbêrî jî berdewam ya di ête kirin û nehatîye rawestan her ji Sindûqa dahatê zankoyê ye.

{Qutabyên pişkên navxoy ev sale bi tnê temînat jê hatine wergirtin}

Li dor qutabyên pişkên navxoy û ew parê jê di ête wergirtin rêveberê jimêryarîya zankoya Duhok got li sala borî ya xwandinê her qotabyekê pişkên navxo kojmê 100 hizar dînaran jê hate wergirtin weku dahat bo zankoyê ma belê pitir li sexbêrîya wan pişka hate xerc kirin, belê li sala nû ya xwandinê 2017-2018 li duyif biryara wezîrê xwandina bilind biryar hate dan ku qotabî bêne lêborîn ji vî kojmey çunkî rewşa darayî neya başe û bi tinê 50 hizar weku temînat jê hatine wergirtin û li heyva pênc ya sala 2018 ev temînate careka dî dê bo qotabyan hêne zivrandin.

{Dorên 3300 fermanber û mamosta li zankoya Duhok bi sîstemê bayometrî hatne tomar kirin}

Li dor sîstemê bayometrî Merwan Findî diyar kir ku şeş heyvan wan kar li ser vî sîstemî dikir û di encam da 3300 fermanber û mamosta li zankoya Duhok bi sîstemê bayometrî hatine tomar kirin ku ewin yên damezrandîyên hemîşey û 500 kes jî girêbest hebûn li zankoyê û wan jî bi sîstemê bayometrî yê xo tomarkirî ku li ser 10 yekeyên jimêryarî di dabeş kirî bûn, ku li zankoya Duhok 10 yekeyên jimêryarî yên heyin bo bi rêvebirina karên kolîjan ku berî nuke sîstem fakoltî bûn û ev yeke bi navê fakoltyan karî bi rêve diben.

Li dor çawanîya bikirêdana yanên kolîjan û kartêkirina wan li ser bihayên xarin û vexarnan li zankoyê Merwan Findî got yanên kolîjan bi rêka lijna texmînî ku ji pênc kesa pêkhatbû herwesa lijna dana bi kirê li gel nînerê gencîna Duhokê bi rêka serêk zêdekrinê dane bi kirê û dahatê wan bo Sindûqa dahatê zankoyê ne û di rênmayan jî da bihayên wan di negorin û nabît destkarî di bihayan da bihête kirin, bo nimûne kerestên xarinê weku kêk û şerbet di vêt weku bazarî bêne firotin û nezêdetir û xarnan jî hemîyan bihayên wan di diyar kirîne, her kolîjekî jî lijnek ya hatîye pêk înan ku duyifçûnê li ser bihayan biket û demê gazindek hebît ew lijne bigehînîte serokatya zankoyê.

_______________________________________________
Kovara PEYAMA ZANKOYE, hijmar: 22, Kanûyna Diwê 2018. berperê 38,39,40

Comments are closed.