Bi berhevbûna (Dr. Izet Findî) siruda zankoya Newroz bi şêwazekê profişnal hate nîşandan

Piştî 14 salan siruda zankoya Newroz bi şêwazekê zansitî û pirofişinal hate berhevkirin û di rêwresmekê ji hejî da li roja sê şembî 8/1/2019an hate nîşandan.
Li hola Kurdistan li zankoya Newroz û bi berhevbûna (Ebdul Eezîz Teyb) serokê desteya emîndarên zankoya Newroz û Dr. Izet Findî (Ass. Prof. Dr. Ezzat Findi) serokê zankoya Newroz û (Dr. Ismet Mihemed Xalid) wezîrê berê yê perwerdê di hikumeta herêma Kurdistanê da û endam perleman û şandên zankoyên Duhok û Zaxo û Cîhan û şandê liqê 1ê PDK û rêveberên giştî û rêveberên dam û dezgehên mîrî û hizbî û qotabîyên zankoyê siruda zankoya Newroz di parçe vîdîyoyekê da hate nîşandan.
Di vî rêwresmî da xelatên rêzlênanê bi hozanvanê sirudê (Mihemed Emîn Doskî) û awaz danerê sirudê (Dr. Azad Ebdullah Mîrxan) hatin pêşkîşkirin û li her wsa (CD) yên siruda zankoyê jî li ser berhevbûyan hatin pêşkêşkirin.

Comments are closed.