Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 48

Xeleka 48

Dîsan hinde zaravêt Kurmancî ku girêday layenê cîyomurfulocî ne, em dê bi rengekê sivik bu heweyên berêz pêşçavkeyin.

1- Kêrî: baraptir bu çend texekên kevrê bilind û asê û şêwekê taybet dihête gotin.

2- Gêrî: li çêbûna çiyayî wek pêkhat ku bi (دورات ترسیبیة) dihêne navkirin û dikevine ser ya dî wek texên stuyir û paşî diyar dibin dibêjinê (gêrî), hin caran gêryeka mezin û aşkira û şêwekê taybet yê hey wek (gêrya marî) li devera berwarî jûriya.

3- Rizde: texên tenik û navinicî yêt kevra dikevne serêk û dirêj dibin dibêjnê rizde.

4- Berevez: êk texa kevrî ya stuyir û hiluy û nîv kivaney û gelek cara mirov dişêt jiberbarana xo liber stareket, meselek kurdewarî heye dibêjît (revda beraza libin berevezê, rezvan û rabe hilu bibezê).

5- Hişar: cihê asê bu xoveşartin û starey.

6- Firake: cihekê bilind û desnexoş û asê rê zehmet, dibin da kuyir û helemuyit.

7- çilîxte: kupekê bilind û rik û bê rê û ser tîj.

8- Alole: cihekê asê ji hin gelîyên kuyir li navbera hin kupên bilind pêk dihêt.

9- Peyak: rêyin teng li cihên bilindên çiyayî.

10- Serrak: wekî peyaka lê tengtir û bilindtir û nexeweştir.

11- Asteng: gelyekê teng û êk texa kevrî bi şêwê (V-shape) dirê da.

12- Tengeder: nihall yan gelyekê derteng.

13- Destkevir: ew rê ya li çiyayî û tu neşêy bi pê ya bitinê têra biçî, îla cihê dest girtinê li kevrî hatbîte kolan.

14- Tuyş: ew betenêt axê yêt berê şikestî (pîlaspî yan dolumayit) dinavda hey dibêjnê tuyiş .

Comments are closed.