Xeleka: 7
Dîsan Kurmancîya ya xweş û zengîn, eva pirî zarav û peyv û axiftinên şirîn, bê xwey û xwedan û semyan maye, xelik ketîye giyanê wê û jêk jêk kir û hêt hêt kir û kire qerqude û hestî lê veravuyistin û raxirande danga gundi û mêş û mura berdayê.
Pêdivî bi xemxur û ziman vîn û kurmanc perêsa heye da sax ken û rakene ser darê pîya belkî pîçekê giyan bêtê çûnki wê cih û war û şinwar cergê kurdistanê ye.
Tu bi rêne van dû sê peyvan li ser babetê me yê caran.
1- Twî: bi ramana (Thin Layer) (طبقة رقيقة) wekî (sertwî) yê mastî (ne sertîk) wekî van çend salan herimandî, anku (Twîyê) ji ser ve û her wisan twî yê her tiştekî ji ber hindê peyva di zaravê soranî da (twêkarî) bi ramana (التشريح) danay ya diruste û her ev peyva (Twî) ya me ye bi rastî û dirustî ya darêtî û bikarînay.
2- Twîx: bi ramana (Thick layer) (طبقة سميكة) weki di bêjin guştê berazî twîx twîxe anku em di şêyin ji alîyê stuyratîyê û tenkîyê ve twî û twîx bi karbînin.
3- Tex: em di şêyin bu (طبقات المجتمع) bi karbînîn û nihu ev zarave li kare, çunki di kurmancî da dibêjin texet belga yan (belgêt mêwa bike tex tex) her wisan texeka çulî yan texeka çulî ji dîhê bîne (dîha çulî) bu xwarina biznan.
4- Bu (Crust) anku (قشرة) em di şêyin (Tîvil) î bi karbîninn, vêca tîvilê her tştekî bît ji fêqî yan tîvilê erdî bu cîyolocî.
Tebînî: Divêt twî yê nerim bît wek sertuyê mastî û pîstê mirovî, her wisan twîx nermatîya wî berev reqîyê di çît û tex û tivil ew jî bu tiştê hişik û req û teq dihête gotin.