Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 40

Xeleka 40:
Hevalan Di kurmancî da hindek peyivêt (cût) yêt heyin, pêkve nebin nahêne gotin, divê êk û dû timam biken bi heman ramanê, bu nimûne:
– Xav û xirç
– Nerim û viç
– Sist û pist
– Şêl û bêl
– Çep û çiwîr
– Til û pil
– Kar û kuk
– Şil û mil
– Têk û vêkinay
– Danayi û ranay
– Senî û menî
– Xir û vir
– Gir û vir
– Pir û pê
– Alî palî
– Req û teq
– Zîqil bîq

Têbînî:
1- Heke em li van peyivên serî binîrîn, her êkê ramana xwe ya hey.
2- Eve ne ew peyivin yên wekî (siwîr û miwîr, biçwîk û miçiwîk, pare û mare), ku bi (m) ê peyiveka dî lê zêdedibît.
– Dawî supas bu hevalê min kak Felameriz û hin têbîniyan.

Comments are closed.