Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 39

Xeleka 39:
Hevalan em li van zarav û îdiyuman binêrîn:
1- Ewê gelek av vexwarî û şilq şilq ji zikî dihêt dibêjin yê (Betilî).
2- Ewê gelek xwarî û neşêt bi livît dibêjin yê (Hemer bûy).
3- Ewê ji têna hişik bûy û dev lê zohabûy dibêjin yê (Qaquskî bûy).
4- Ewê ji birsa dikevîte ser zadî û qazan ji ber direvît dibêjin (Kulpê) yê lêday, li vêrê (kulp) anku xela.
5- Ewê tirs tirsuk zeraf piçiyayi dibêjin çi (Kulafeye).
6- Mirovê direwîn û rastiyê nebêjît; dibêjinê (Kuneba).
7- Mirovê medhû dibêjinê (Bafro).
8- Dîsa yê tirs tirsuk û bêhinav dibêjinê (Kuleka kaba); paşî ya wî bi wê kuleka mezin ewa berê di dîwara dihêla û biçiwîka kabêt xwe yêt yariya têda hildigirtin ya hatiye şibandin.
9- Mirovê betiran dibêjinê yê (Gurêx) e.
10- Yê gelek para mesiref ket û bi mezêxît dibêjinê (Perlax) yan (Derêj) ku cihê (mibezir – مبذر) ‘erebî digirît.

Comments are closed.