Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 37

Xeleka 37:
Eve Heyiveka xişite me ev xeleke rawstandîn, da ne kevine di nav gersûk û xarura banghildêr û berbijêranda, lê pişitî ev bigirovekêş û şerenîx û hupe hupe vemiryayî û bê deng bûy û wekî aşê av ji sergirtî lê hatî, ji niwî me go ka da vî perî vedeyin û van çend zarav û îdyumêt dî li pêş çavêt xwandevayê xwe danîn.
– Tu bi rêne peyiva (dest) ka çend raman û wata di det wekî di çîte ser peyiveka dî:
– Dest ji (lep û enîşk û zandik) an pêk tê.
1- Destmat: wekî dest şul, ewê destê xwe dikete gelek tişita û tê di xebitît.
2- Destdirêj: bi ramana mirovê nîv diz.
3- Destkurt: bi ramana mirovê bê hal.
4- Destêş: bi ramana mirovê şul nezan.
5- Destşo: bi ramana cihê dest şiwîştinê.
6- Destmal: bi ramana kefîk yan dersuk.
7- Desthilîn: mirovê zîrek û sirt.
8- Destxalî: mirovê bi karekî hatiye raspardin û neşiyayi çûbiket.
9- Destkwîs: yê li navbera dû ciwînan hatin û çûnê diket.
10- Destuberik: bereke bû hunîn hûsîna serbana û binê xaniya dihate bi karînan.
11- Desbilwînik: bo girêdana biçwîkî di landikê da bi kar di îna.
12- Desxoş: bo kirina karekê baş û ji hejî.
14- Desrêj: heku cihek dihête hilwîkirin yan sebkirin û ava wî nerawestît yan ya verêj bît, dê bêjin ya desrêje.
15- Destik: bo destikê dergehî û her tişitek ji vî babetî.
16- Êkdest: bo karekê êkî bi tinê kirbît yan tişitek êk qebare.

Comments are closed.