Xeleka 18:
Careka dî hindek zarav û idiyumêt dî yêt kurmancî.
– Hilgirtina (tşitekî) li ser binemayê seng û qebareyi (dest).
1- Dav: wek dava gîyayî
2- Kef: kefeka gîyayî (ew çend davêt bi kefa destî di hêne hilgirtin), bo zanîn binekuka peyiva (qeft) her ew kefa destî ye ya me gotî, wek qefta gula.
3- Bermil: dibêjn bermilekê gîyayî (bi êk dest û li ber singî dihête hilgirtin).
4- Mil: dibêjin milekê gîyayî (ewê mirov dikete di binikefşê xwe ve û di hilgrît, bo vê peyivê hin caran (guriz) jî di hête bikarînan.
5- Milê dara: dibêjn milekê dara, barapitir li ser milî di hête danan û hilgirtin.
6- Pişitî: çi gîya bît yan dar bît û bi (pişitê) bihête hilgirtin, di bêjnê (pişitiyekê gîyayî yan piştîyekê dara).
7- Bar: ew (bar)e yê bi dewara di hête hilgirtin û veguhastin û mirov neşêt bihilgrît.