Dr. Izet Findî Berî çendekê min nivîsîneka hevalê hêja Dr.Fazil Omerî dît ku li şûna (twitt-تغريده) ewî (çirîwirî) bi karînabû. Lê ez di bêjim heke em (wît wît) bi kar bînîn gelek siviktir û rewantir û pir ramantire û bo peyva engilîzî nêzîktir û xweştire binvîsîn (Di wîtekêda yan wît wîtekêda) filan kesî got.
Nivêsîn
Nivîs
Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 10
Xeleka: 10 Dîsan her girêday babetê me û xelekên çûy, heke em bi huyrî bi rênîne pîta (K) (bi dengê girtî) gelek û gelek di diyalêkta me da pitir û mişetir û gelek tire ji pîta (K) (bi dengê vekrî), lê mixabin heta nihu ne kesê ev babete têkvedaye û destvedaye û deng jê înaye,
Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 9
Xeleka : 9 Li naverasta salên heştêyan û hêrve, çend babetek li rojname û kovarên Kurdî li ser pîta (û) ê belavebûn ka di zimanê Kurdî da êk (û) yan dû (u) hene, heta kar gehiştîye hindê zimanê Kurdî bi zimanê (wawistanê) navkir, li ser binekuka vê (û) ez dibêjm bivî rengî ye:
Rêber û Rênmayên Ezmûnan bo Zankoya Polîteknîkî ya Duhok çapa Diwê Derket
Ji weşanên Zankoya Polîteknikî ya Duhok, çapa diwê ji rêberê bi navê “Rêber û Rênmayên Ezmûnan bo Zankoya Polîteknikî ya Duhok” ji berhevkirina Harîkarê Pirofîsor Dr. Izet Findî û Basim Seyd Muhemed derket. Rêberê nabirî bi dûr û dirêjî çewanîya encamdan û hejmarkirina nimreyên ezmûnên tîyurî û piraktîkî yên sîstemên werzî û salane diyardike, zêdebarî […]
Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 8
Xeleka 8 : Dîsan di Kurmancî ya xweş û şirîn da, heke em li van axiftin û peyvan binêrîn û bizanîn çi peywendî û girêdan digel êk heye (Bijkî, Bijîya, Bijare, Bijale, Hejale) yan ( Hej, Gij, Gij, Gijk, yan Gijlûk) yan (Jujî, Jajî, Jajvebû), hemî di binema û di bineret û di binekukê da […]
Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 7
Xeleka: 7 Dîsan Kurmancîya ya xweş û zengîn, eva pirî zarav û peyv û axiftinên şirîn, bê xwey û xwedan û semyan maye, xelik ketîye giyanê wê û jêk jêk kir û hêt hêt kir û kire qerqude û hestî lê veravuyistin û raxirande danga gundi û mêş û mura berdayê.
Reşîd Findî di bernamê Şevîn ye WAAR TV de
Dr. Reshîd Findî, pishkdarî bername Şevîn yê WAAR tv bû, û tê de behsê Duhoka kevin û bîrhatin û rojanên serdemê berê kir.
Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 6
Xeleka: 6 1- Lib: Di Kurmancîya me da peyva (Lib) bi ramana (Êk, kit) dihêt, bu nimûne dê bêjî (libekê) bide min, vêca çi (Mêwîj bît, bahîvek bît, çiklêtek bît) yan her tiştekê kit bît, ramana wê min êk ji wan divêt. Bi hizra min navê (Dûlib)ê, ku gundeke li rojavayê bajêrê Duhokê ji vê […]
Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 5
Xeleka: 5 Pîta (wî) pîteka resen û bingehîne di Kurmanciya me da wekî ( hwîn, hwîr, kwîr, stwîr, dwîr, xwîn,, rwîn, nwî) lê evroke xelkê me (barapitir) mixabin pê lêna û berzekir û windakir û veşart û bin axkir, ew jî bi hizra min çunkî ne me bawerî bi xwe heye, ne bi zimanê xwe […]
Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 4
Xeleka: 4 Dîsan di Kurmanciya me ya xweş û şirîn da em dizanîn: (Gû) ramana (tepe = كرة = Ball) di êt, anku Guwanê = Tepanê = كرة القدم = Football) ev peyva resena (Gû) di Kurmancî da barapitir li pêşiya her peyvekê bihêt, ew tişt yê (xir)e wate (دائري) yan xir û xir wate […]








