Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 4

Xeleka: 4

Dîsan di Kurmanciya me ya xweş û şirîn da em dizanîn: (Gû) ramana (tepe = كرة = Ball) di êt, anku Guwanê = Tepanê = كرة القدم = Football) ev peyva resena (Gû) di Kurmancî da barapitir li pêşiya her peyvekê bihêt, ew tişt yê (xir)e wate (دائري) yan xir û xir wate (كروي), em li van peyvan binêrîn (Gûndur, Gûhîşik, Gûrwêl, Gûzik(1), Gûpal, Gûvend, Giwîzan(2), Gûl(3), Gûstîrk, Gûmbet, Gûlulîk(4), Gûh(5)).Van peyvan hemiyan ser û şêwekê (bazineyi û xir û Guruvir) yê hey, her çende hindek nav û peyvên di yên heyin -dibît- ev (gu)e parçek bît ji peyvê yan ew jî wekî yêt serî bin wekî (Gûnd, Gûv, Gûşt, Gûl, Gûre), çunkî barapitir şêwê gundî berev baziney û xiratîyê diçît her wisa (Gûv) jî diyare weki (Kutan) an, ew jî di xir û giruvir buyine, tinê (g)ê (u) li duy bît bi hizra min eva me gotî ya diroste, lê heke pîteka di li duy (g) bît ev rêsaye li ser cêbecênabit wekî: Givande, Ga, Gir, Girîn, Gêre, Gisk, Gêzik…. Hîviye Şareza û zimanzanêt me vî babetî zengîntir lê biken.

_________________________________

(1)  Guzik: Guzikê avê yan (Gusik), zikê wî yê xirûxire wekî gûwê.

(2)  Giwîzan: Giwîzana ser tiraşînê, di kevin da wekî (kivan)î bo neya (rast) bû wekî ya nihu.

(3)  Gûl: Gûla avê, hemî deman rengê nêzî baziney werdigirît.

(4)  Gululik: Gululka rîsî yan Gululika benka.

(5)  Guh: Şêwê nîv baziney ye.

Comments are closed.