Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 9

Xeleka : 9

Li naverasta salên heştêyan û hêrve, çend babetek li rojname û kovarên Kurdî li ser pîta (û) ê belavebûn ka di zimanê Kurdî da êk (û) yan dû (u) hene, heta kar gehiştîye hindê zimanê Kurdî bi zimanê (wawistanê) navkir, li ser binekuka vê (û) ez dibêjm bivî rengî ye:

– Li çarêka sed sala bîstê  zana û zmanzanên Kurd wekî pîtên ‘erebî bu rênvîsa Kurdî werbandîn û gugirandîn, destur bi vî rengê xwarê dana-:

Di zmanê ‘erebî da dû curêt (û) ê hene, ew jî (el-zeme – الضمة) wekî (kird) û (u)ya asayî, wekî (Zihur,’itur = زهور، عطور), beramberî van herdû (u)an zimanzanêt Kurd êk (u) beramber (el-zeme – الضمة)  dana wekî (kird = kurd — كرد=كورد), herwesan dû (u) beramberî (u) asayî dana, anku (zihur=zhûr — زهور=زهوور), vêcan navê wan (wawa kurt û drêj bît) yan (u nurmal bît) çi cudahî nîne.

Lew ez dibêjm (dû) (u) di Kurdî da yêt heyin û liser vî binemayî, heke wekî zimanzan dibêjin (pîtekê) raman peyvê guhart divêt dû pît buhebin wekî:

Kuçik = Kuçkê Agirî

Kûçik = Kûçka Axay (cihê riwîniştinê)

Kûçik = Kûçkê sSy

Kurk = Kurkê Hiryê, Saku, Qapuyit

Kûrik = Kûrka axê

Qul = Kun (ثقب)

Qûl= Bireka mirovan, qûlekê mirovan

 

Wate: Li pê yasa zimanî herdemê pîtekê ramana (me’na) peyvê guhart divêt hêmayekê cuda bu bihête danan lew ez di bêjm me dû (u) yêt heyin jibilî (o) wekî ( Rovî, Mirov), jiber hindê divêt navêt wan (u)a kurt û drêj û qelew bin, yan her navekê dî lêdanin.

Vêcan biraderan eve zimanê meye nabît ne em bitirsîn û ne em şerim keyn û ne em biveşêrîn, çunkî eve rastiye ne şerim û fedî û fihêtî ye, nexêr eve zengînî û dewlemendî û têrîya zimanê meye, ji layekê dîve di rênvîsa latînî jî da (u,û,o,w) yêt heyn. Lewan heke em jivan (u)an bitirsîn û birevîn û xwe bikuysînîn dê piştî çend salekên dî (laburêt) deng vavartinê me şermizar ken, hîviya min ewe pitir duyivçûn bu vî babetî bihête kirin û ez hezdikem ev hevîre pitir avê vexut û pitir duyvçûn bu bihête kirin.

Comments are closed.