Nivîs

Despêk Nivêsînên E.Kerîm Findî Nivêsînên Hekar Findî Nivêsînên Reşîd Findî

Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî hatin xelatkirin

Bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqe Duhok yê sendîka rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2012an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (20) rojnamevanên dêrîn yên parêzgeha Duhokê hatine xelatkirîn, di nava van (20) rojnamevanên dêrîn de dû endamên malbata Findî hebuun ku hatin xelatkirin, ewjî Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî […]

Despêk Nivêsînên Hekar Findî

Dezgehên Ragehandinê di pertûkeke Hekar Findî de

Ji weşanên liqê Duhok yê Sendika Rojnamevanên Kurdistanê pertûkeke Hekar Findî bi navê “Rêberê Dezgehên Ragehandinê li parêzgeha Duhokê” bi zimanê kurdî derket. Di vî rêberî de pêzanîn û rêyên peywendîkirinê yên pêtirî 80 dezgehên ku di parezgeha duhokê de ne cih digirin, ev rêbere dibe êkemîn rêber ku bi vî şêwazî derdikeve.

Despêk Nivêsînên Izet Findî

Şûnwarên Duhokê di pertûkeke Izet Findî de

Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê li duhokê pertûkeke Izet Findî bi navê ” Şûnwarên Devera Duhokê…. Çend vekolînên zanistî” bi zimanê Kurdî derket. Di vê pertûkê de çendîn vekolînên zanistî li ser şûnwarên Duhokê cih digirin, hinek ji vekolinên di vê pertûkê de bo cara êkê ne dihêne encamdan.

Despêk Nivêsînên E.Kerîm Findî

Pertûkeke Ebdulkerîm Findî li ser Kelên Badînan derket

Ji weşanên Yekêtiya Nivîskarên Kurd / Duhok, hijmar (231) pertûkeke nû ya Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebdulkerîm Findî kete ber destê xwendevanan. Pertûka nû ya ebdulkerîm Findî binavê ” Qila’ Badinan û be’iz mewaqi’ El-eserîye fîha” anku (Kelên Badînan û hindek cihên wê yên şûynwarî).

Despêk Nivêsînên Hekar Findî

Yasayên Rojnamevanî di Pertûkeke Hekar Findî de

Ji weshanên Wezareta Roshinbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê – Rêveberîya Ragehandinê Pertûka “Yasayên rojnamevanî li herêma kurdistanê” ku ji aliyê rojnamevan û mafperwer Hekar Findî ve hatiiye berhevkirin bi zimanê erebî û wergêran bo zimanê kurdî – zarê kurmancîya jûrî.