Nivîs

Despêk Nivêsînên Izet Findî

Dr. Izet Findî bu harîkarê serokê Zankoya Poleteknîkiya Duhok (DPU)

Wek êkem harîkarê serokê Zankoya Poleteknîkiya Duhok bo karûbarên kargerî û darayî û qutabiyan Dr. Izet Findî hate destnîshankirin û dest bi kar bû. Dr. Izet Findî xwedî serboreka serkeftiyaneye di biyavê kargerîyê de, beriya niha jî bo demê çendîn salan tomarkerê giştî yê Zankoya Duhok bû.

Despêk Nivêsînên E.Kerîm Findî

Pertûka Kelên Badînan ya Ebdulkerîm Findî bi çapeke nêvdewletî derket

Ji weşanên MOMENT li Lenden pertûka Ebdulkerîm Findî ya bi navê (Qila’ Badînan- Kelên Badinan) bi çapeke nû derket. Pertûka navbirî beriya niha û li sala 2012an de li Kurdistanê di nêv weşanên Yekêtiya Nivîserên Kurd / Duhok hatibû çapkirin, Moment dîsan ev pertûk bi çapeke nêvdewletî belavekir.

Despêk Nivêsînên Hekar Findî

Kovara Ronahî

Ji çapkirîyên liqê Duhok yê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, êkem hijmar ji kovara (Ronahî) dubare hate çapkirin. Dubare çapkirin ji hizir û berhevkirina Hekar Findî bû. Hejî gotinê ye ku (Ronahî) êkem kovara devera Badînan bû, ji alîyê rehmetî (Hafiz Qazî) ve li sala 1960ê hatibû weşandin.

Despêk Nivêsînên Hekar Findî

Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê – 2013 (Bi zimanê Erebî)

Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha duhokê ku berî niha (2) çapên wê derketîne, careke din ji aliyê Rêveberiya Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê ve hat çapkirin lê ev çap bi zimanê Erebî û pêzanînên petivî ji bo xwendevanê erebî hate weshandin.

Nivêsînên E.Kerîm Findî

Serexoşî….

Bi xem û kovan, me nûçê wexerkirina mamoste û nivîskar û kesayetiyê bajarê Duhokê, dostên malbata me (Mes’ud Mihemed Se’îd Duhokî) bihîst, wexerkirina kesayetiyekê wisa berêz û hêja xemeka mezin di dilê me de hişt, û valatîyeke mezin di dîwana me û ya devere de hişt .

Despêk Nivêsînên E.Kerîm Findî

Pertûkeke Ebdulkerîm Findî li ser zimanê Kurdî – Devoka Bahdînan derket

Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Ebdulkerîm Findî li ser zimanê Kurdî bi zimanê ‘Erebî bi navê “El-Lûxe El-Kurdîye fî Mentîqet Behdînan” anku “Zimanê Kurdî li Devera Behdînan” derket. Pertûka desthilatdarê Birîtanî yê parêzgeha Musil / devera Badînan R.F.Cardîn ku di sala 1919an de bi zimanê ingilizî nivisandibû û weşandibû, nivîserê Kurd […]

Despêk Nivêsînên Hekar Findî

Têgehekê Yasayi bo rojnamevanîyê di Pertûkeke Hekar Findî de

Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Hekar Findî bi zimanê Kurdî bi navê “Tegehekê yasayî bo reojnamevanîyê” derket. Di vê pertûkê de, Hekar Findî li dûv yasayên karpêkirî li herêma Kurdistanê û çendîn welatên cîhanî rojnamenivîs û rojnamevanî bi dîtineka yasayî dayine şirove û xweyakirin.