Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 41

Xeleka 41:

Min gelek ya gotî û dê her bêjim, roj bu rojê peyiv û axftin û zarav û îdiyumêt zimanê me yê berze dibin û namînin û hindek peyivêt dî ji rex rûyan cihê wan digirin û em bi xwe jî jibê bizavî bi kêm zanîn harîkarîn û van axftinên biyanî bi kar di înîn û serî di bera di hjînîn û şanaziyê pê di beyin, li vêre li diwî şiyana xwe dê car car hinek axftinêt me yêt kes bikar ne înît bu hewe nivêsim herçende (hewara diwî gurgî ye) bes pa eve ji min dihêt nezêdetir.

1- Zever: Bi rastî mirovekê bê zevere, anku (bi kêr nehatî ye, yan tirsinûke).

2- Demile: Demilê yê girtî,aniku (şil).

3- Helûk: Wisa yê helûk bû, çewa em dîtîn, berda girîyê, aniku (xerîb).

4- Rahêl: Te rahêla wî dît, anku (seruberê wî yê cilka).

  – Rahêla Wê danayî, bi heft jinkave nahêt, anku (tertîb).

5- Gertiwî: çî ye? hu filan kes gertiwî te bûy, anku (fêrî te bûy, yan ji dûy te venabît).

6- Ketwane: Li berdana, anku (ketwane li ber dana heta diring û kuştî) (çavdêrî – مراقبة).

7- Kenevêl: Kenevêle bi kêr çunahêt, wate (tembel).

8- Misêbayî: Pîçekê misêbayê diparêt xweda bike, wate (kêm bi mezêxe).

9- Şirîpan: Hinde şirîpan ketibûne ‘erdî da destê mirovî hemî çîte têda. (peq, kelêşit).

10- Gêçland: Bes şula bi gêçlîne, wate asê bike yan bi ‘erqilîne (عرقلة).

Comments are closed.