Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 6

Xeleka: 6
1- Lib: Di Kurmancîya me da peyva (Lib) bi ramana (Êk, kit) dihêt, bu nimûne dê bêjî (libekê) bide min, vêca çi (Mêwîj bît, bahîvek bît, çiklêtek bît) yan her tiştekê kit bît, ramana wê min êk ji wan divêt.
Bi hizra min navê (Dûlib)ê, ku gundeke li rojavayê bajêrê Duhokê ji vê (lib)a me gotî hatîye, çunkî ew (nîv çiyakê) li tenişt gundî da gelîkek yê li nîvê û ew çiyak yê kiriye dû parçe, yan dû qet yan dû pirt. Di Kurmancîya kevin da wek me gotî (dûlib) anku libek li millê rojhelatî û libek li milê rojavay lewan navê gundi bûye (dûlib).

2- Di Kurmancîya naverast da peyva (Qil) bi ramana (Lib)a me li serî gotî dihêt, bu nimûne dê bêjin (qilêkim berê) anku tiştekî bi tinê, kitekê, dîsan wekî mêwîjekê yan çiklêtekê yan bahîvekê bide min. her ev (Qil)e ye di Kurmancîya me da hêşt maye li ser peyva (Pişkil) û (Pozkil) anku ew (Kil) a ji pişta biznê dikevît û (Kil) a ji poza kerî dikevît.
3- Li deşta Germiyan û derdûra wê peyva (Biz) li şûna (Qil û Lib) li kare, lew ez di bêjim navê bajêrê (Dubiz) her bi ramana (Dûlib) a me li serî diyarkirî, wate (Lib, Qil, Biz) êk raman û êk watene wekî (Ker û Pirt û Parçe).
Li dumahîyê makî dibêjît navê (idlib) jî (êk lib) nine? ! tinê boçuneke û hividarim zimanzanêt me li muxil û bêjînka biken.

Comments are closed.