Bi hilkefta 115 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2013an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (Ebdulkerim Findi) wek Damezrenerê Sendika Rojnamevanên Kurdisrtanê bi xelata Zêrin ya sendikayê hate xelatkirin.
Ji weşanên MOMENT li Lenden pertûka Ebdulkerîm Findî ya bi navê (Qila’ Badînan- Kelên Badinan) bi çapeke nû derket. Pertûka navbirî beriya niha û li sala 2012an de li Kurdistanê di nêv weşanên Yekêtiya Nivîserên Kurd / Duhok hatibû çapkirin, Moment dîsan ev pertûk bi çapeke nêvdewletî belavekir.
Ebdulkerîm Findî: Me li bere ev sale festîvaleka mezin bo (Cizîrî) li Duhok bikeyin. Rojnama Peyman, Heftînameyeka siyasî, rewşenbîrî, giştî li Duhokê Derdiket. Hijmar: 196, çarşemb, 10.02.1999 _____________________________________________________________________ Ebdulkerîm Findî: Bawernakem çi kêmasî di festîvalê de hebin Rojnama Peyman, Heftînameyeka siyasî, rewşenbîrî, giştî. Paşbendê rojane bi hilkefta festîvala Xanî, li Duhokê Derdiket. Hijmar: 3, […]