Bi hilkefta bi dest ve anana rêzên êkê di rêzbendîya zankoyên taybet da li ser astê herêma Kurdistanê, di rêwresmekê ji hejî da li roja sê şembî rêkeftî 27/11/2018an Dr. Izet Findî (Ass. Prof. Dr. Ezzat Findi) serokê zankoya Newroz di peyvekê da pîrozbahîyên (Eebdul Eezîz Teyb) serokê desteya emîndarên zankoya Newroz û yên serokatîya zankoya Newroz li gişt mamosta û fermanber û qotabyan kir, piştra harîkarê serokê zankoyê bu karubarên zanistî çendîn amar û kar û çalakîyên zankoyê dane dîyarkirin.
Li dawîyê jî xelatên rêzlênanê li ser çendîn mamosta û fermanberên zankoyê hatin belavkirin.
Hejî gotinê ye ku zankoya Newroz di nav giropê (B) da bû ku êkem girope di lîsta rêzbendîya salane da ewa ji alîyê wezareta xwandina bilind û vekolînên zanistî ya hikumeta herêma Kurdistanê ve tête berhevkirin û ragehandin.