Ferhenga Zaravên Kargêrî navûnîşanên berhemekê nû yê Dr. Reşîd Findî ye ku niha li ber destê xwendevanaye. Ferhenga navbirî bi zimanê Erebî- Kurdî ye ji 108 laperên navincî pêk di êt, li çapxana parêzgeha Duhok – 2017 çap bûye.
Di rêzbenda 8 an de ji weşanên zankoya polîteknîkî ya Duhok, rêveberîya perepêdana pirogramên xwandinê, namîlka “Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok” ji berhevkirin û pêdaçûna Dr. Izet Findî û Seyid Basim Seyid Muhemed derket.
Bi hilkefta 115 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2013an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (Ebdulkerim Findi) wek Damezrenerê Sendika Rojnamevanên Kurdisrtanê bi xelata Zêrin ya sendikayê hate xelatkirin.