Xeleka 21:
(Qirip) û dergeh vekir, (xirip) û suyar bû, (çixixin) da şulî, (girrr) û çû, (xîs xîs) a firça û (zir zir) a camê û (sîr sîra ) kursîkê û (çîp çîp) a bêjera radîyoyê, (mir mir) ek êxiste guha, bêy bizanît rêya wî di kulanekê ket, çi di bînît (virên) a bera, (hiringên) a dergeha, (şîq şîq)a jinka, (qulîzên)a biçuyka, (gersûk û şîşlitûq û yaweylên) a xelkî, dinya li pêş çava tarî kir, hêdî (paş paşk)î zivirî, û rêya xwe guhart û pê lêna û (kizzzz) wê li (wê qutê) çû, ne rawistîya heta ji bajêrî derketî û çûye cihekê veder, (çuyîrrrr) û rawistya, (xişt) û dergeh vekir, (tiring) û peya bû, (çip çip çip) hilbû betenê, li serê mlê (pirrr) û jiber piya firî, kire nemerdî (tireq) û debancek tê werkir, (şep şep şep) (hut) û fi ‘erdî ket, (rip rip rip) bû (fir fir)a şelwalê wî, gehişte ser, dest da çequyê, (xirrr) û serê wê tivîrka reben jêvekir.
Têbînî: biraderan herçend ev nivîsîne wek deqekê edebî hatiye darêtin, lê mebest û miraz pê ewe huyn li wan peyvên navbera kivanan binêrin da bizanin çewan derbirînê ji (deng û livîn û bizavên) deqî diket, da em bizanîn kurmancî çend zimanekê (zengîn û rengîn û bengîne), heke çi nebît van 1400 salan xwe li ber (pêl û hêriş û bayê) zimanê ‘erebî û farisî û tirkî ne digirt.