Xaleka 22:
Hevalan sersala hewe ya zayînî pîroz
Dîsan em li van zarav û îdîyuma binêrîn ku dibine (êk) di buçûnekê da, astekî da, di rengekî da di qewareyekî da, di karekî da yan di pîşekî da û …htd.
Wekî pêşgirê (hev) di hête berahya peyvê:
1- Heval: anku (Hev Al) bi me’na: êk buçûn, êk re’î, êk axiftin, êk hizir.
2- Hevrê: anku (Heman Rê) bi me’na: êk rêya çûnê.
3- Hevsuy: anku: ( Hev Kujîyê Dîwarî) bi me’na: êk dîwar, cîran.
4- Hevling: anku ( Heman Mal) bi me’na: êk namus, êk şeref.
5- Hevkuyif: anku (Êk Kuyif) bi me’na: êk qebare, wate ew kuyifê bikêr tiştekî diêt di heman dem da bikêr tiştekê dî jî diêt wate astê wan êke wekî dû mezin, yan dû axa beramberî êkin û (kuyfê wan êke).
6- Hevrik: anku (nid) bi me’na: jiber nedanan.
7- Hevran: anku ( Hev Renîn) bi me’na verenîna qelpuyiçkê dindika genimî û paşî hêrana genimî dibîte ar, dibêjinê hevran ku pêkve ew dindik dihête renîn.
8- Hevîr: anku (Hev Uyir) bi me’na: hevîr heku tiriş dibît û puf dibît û rengê zerbav û şêwê hulî wate ( puf û hulî û zeratî) wekî ( ‘uyrê heywanî lê dêt û pêş çav dikene amanekî da û reng û ruybarê herduka wekî êk lê dêt lewan gotye (Heman Uyr).
9- Hevşî: anku (Hev Cî) bi me’na: (Heman Cih), wate heman cihê pezî ye wekî govê yan kotanê, di bêjinê hevişyê pezî wekî: pez payza di mînte li hevşî li cihekî veder û duyirî gund.
10- Hevgyan: bi me’na jin di bêjte zelamê xwe hevgyan, wate jîn û mirin pêkveye.
Têbînî: peyvên nûy wek hevjîn, hevxem, hevdeng, hevsuz, hevpeyman li ser vî binemay hatîne darêtin.