Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 15

Xeleka 15
Girêdayi xeleka bûrî û timametî bu babetê me em li van peyiv û axftin û zaravan binêrîn:

A- ‘Ewir: li ser binemayê rengî, ‘ewrêt reş û spî û sor yêt heyin:


– ‘Ewrêt reş: ‘ewrêt baranê ne û zivistanê peyda dibin, û ‘esmanî hemiyê vedgirin û di şurin û jêderê baranê ne, peydabûna biriwîsiya nîşanêt serê biharê ne.

– ‘Ewrêt spî: payzeka zûy û bihareka direng peyda dibin, ‘esmanî hemiyê venagirin û di pirt pirt û belavin, yêt payzê nîşanêt dumahîya havînê ne û dengê wa dibêjinê (Gurgura ‘ewra), barapitir di bê baranin lewan kurmanc dibêjn (ne mêrê tir tirî û ne ‘ewrê gur gurî), yêt biharê jî dîsan kêm baranin û deng jê dêt dibêjnê (Hol hola ‘ewrêt biharê) çunkî dengekê mezin û bilind jê dihêt, lewan kurmanc dibêjn (Giyan giyan, dengê te derman, li ser pişita mîhan û berxan, ne livêrê belkî li zozan).

– ‘Ewrêt sor: gelek di kêmin, êvara li binê dinyayê û hindek caran li spêdehiyan peyda dibin eve jî nîşanin bu çend karekan wekî bi kurmancî dibêjn: (‘Ewre sorêt subeya, gazî dikene karwaniya, xwe bi gehînine avahiya) aniku lezê biken û evroke dê baran hêt. Ji layê dî ve dibêjn (‘Ewre sorêt êvara, gazî dikene cutyara, lêkden hiwyîr û bara) aniku karê xwe biken subehî xweşiye û herine cûtî.

Comments are closed.