Ji weşanên MOMENT li Lenden pertûka Ebdulkerîm Findî ya bi navê (Qila’ Badînan- Kelên Badinan) bi çapeke nû derket. Pertûka navbirî beriya niha û li sala 2012an de li Kurdistanê di nêv weşanên Yekêtiya Nivîserên Kurd / Duhok hatibû çapkirin, Moment dîsan ev pertûk bi çapeke nêvdewletî belavekir.
Bi hilkefta 115 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2013an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (Ebdulkerim Findi) wek Damezrenerê Sendika Rojnamevanên Kurdisrtanê bi xelata Zêrin ya sendikayê hate xelatkirin.
Li roja (7.2.2012) li bajarê Duhokê di rêwresmekî hejî de û bi berhevbuuna hijmareka niviskar û rewşenbirên kurd rêveberiiyeke nû bi navê “Rêveberiya Çap u Weşanê” ji alîyê nivîskarê kurd Ebdulkerîm Findî ve hate vekirin.