Xeleka 23
Heke em li van zarav û peyivên li xwarê binêrîn wekî:
1- (Kulûmtê) çiyayi, (Kelûtka) bera, (Keleka) bera, (Lella) şekirê, (Gulpîtka) darê, (Kelem), (kêlî) ev peyivêt henê derbrînê ji cihekî yan tiştekê (Bilind û Tîj) diken.
< strong>2- Li ser binemayê xala êkê heke em li leşê (mirovî) binêrîn, bivî rengî ye:
– Kulux, kuluxkê serî, bi suranî jî dibêjn (kell)ey ser.
– Kuluvandik, kuluvandika serî, anku nîva kuluxkî.
– Kelex, kelexê (mirovî).
– Kelwaş, (kulu û leş), me’na heykelê mirovî.
– Kelêjî, (kuluya jêrî).
Ev peyive jî derbirînê diken bo tiştekî beref (serî) yan (jêrî) wekî kuluxkê serî yan kelêjî.
3- Ji ber hindê em dişêyin bêjîn:
– Kulav, anku (kulu) li nav, wekî pêlav, anku (pê) li nav.
– Kelex, anku (kulu) li axê, çunikî peyiva kelex baraptir bo mirovê (razay) dihêt, çi mirî bît çi sax.
– Kelem, anku darekê dirêj û tîj, (kilçîv) her bi wê me’nayê bes kurtir û biçîktir.
– Hacî Qadirê Kuwyî wekî wesfa (buric îvil) diket ew jî dibêjît (kellwî çuwe be asmana) anku ew jî wekî (kêliyê) beriz û bilind û tîj.
Têbînî: bi hizira min van peyivan jî peywendiya bi vî babetî ve hey:
– Kûtel, kutela aşî.
– Kel, kela amêdiyê.
– Kulk, wekî kulkek li leşê mirovî dêt ew jî bi şêwekê (heremî) beriz û bilind dbît.
– Gulte, ew darên dene bin kefşa bo mirovê seqet.