Di rêzbenda 8 an de ji weşanên zankoya polîteknîkî ya Duhok, rêveberîya perepêdana pirogramên xwandinê, namîlka “Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok” ji berhevkirin û pêdaçûna Dr. Izet Findî û Seyid Basim Seyid Muhemed derket.
Ji weşanên MOMENT li Lenden pertûka Ebdulkerîm Findî ya bi navê (Qila’ Badînan- Kelên Badinan) bi çapeke nû derket. Pertûka navbirî beriya niha û li sala 2012an de li Kurdistanê di nêv weşanên Yekêtiya Nivîserên Kurd / Duhok hatibû çapkirin, Moment dîsan ev pertûk bi çapeke nêvdewletî belavekir.