Têkista Seredaneka Taybet

Seredaneka Taybet
(KTV Duhok)

Berhevkirin : Ni’met Silêman Wênegirtin : Reşîd Yehya

Montaj : Xorşîd Mihemed Berhemê: KTV Duhok 2006

Tebînî û Rûnkirin:

■ (BB), anku deng û pirsên Berhevkerê Bernamey

■■ (Ebdulkerîm Findî), anku deng û bersivên E.Kerîm Findî

(Peyv Rûnkirin) Ew peyvên bi rengê şîn û xwar di nav du kivanan da, ew rûnkirinên malperê ne, anku ji alîyê Findi.info ve hatîne nivîsandin.

(Pişka 1)

■ BB: Êk ji kesayetî û rewşenbîr û nivîser û edîb dost mamosta Ebdulkerîm Findî ku jiyana xo bi çendîn qonaxa derbas kirîye.

Di seredaneka taybet da ev pêzanîne bo me diyarbûn.

Mamosta Ebdulkerîm Findî li sala 1946ê û li gundê Qarqarava ku dikevîte jorîya bajêrê Duhokê bi nêzîkî (5km) an ji dayik bûye , û xwandina xo ya seretayî û navincî û amadeyî li bajêrê Duhokê bi dumahî înaye.

Li sala 1963ê mamosta Ebdulkerîm Findî digehîte nav rêzên şoreşê û li çendîn deverên cuda cuda xizmetê diket û Kurdayetî û berevanîkirin ji axa welatî di mêşkê wî da dilivlivîtin.

Qonaxên mamostayi têda borandîn heta evro hemî serahatî û birhatinêt xoş û nexoşin, li sala 1966 mamosta bûye endamdê nawça Duhok ya Partî û li sala 1959ê heta 1974 dibîte endamê Êketîya Qotabîyen Kurdistanê û dîvda dibîte endamê sikirtarîyeta Qotabîyan.

Li sala 1974ê mamosta li Zankoya Mîsil – Kolîja Adab –pişka zimanê ingilîzî bi dîmahî înaye, li sala 1970ê mamosta Ebdulkerîm Findî dibîte endamê Êketîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê.

■■ Ebdulkerîm Findî: Birastî Kurdayetî tişteke di gel giyanê mirovî dixolqît, ez telebebûn (Qotabî) li sala 1958-1959ê hatime E’dadîyê (Amadeyî).. Hatime Mutewstê (Navincî) hîngî Kurdînî xol xolî di mêşkê min da, û hîngî ez gehiştime rêzên Partî Dîmokratî Kurdistan , û Êketîya Qotabîya.

Sala 1963ê ez bûme endamê nawçeyî, endamê nawçê Duhokê, ez gelekê yê daxbarbûm pê ji ber hindê jî ez gehiştime rêzên şoreşê, 1963ê ez li sefa (pola) pênçê senewîyê (Amadeyî) bûm, hîngê pênçê bû, hîngî şeşê nebû. Ez li sefa pênçê senewîyê bûm (09î Huzeyranê, 1963)ê, – min iltîhaq – gehiştîme rêzên şoreşê.

■ BB: Bîrhatinên mamostayî li gundê Qarqarava û piştî jiyekê dirêj û pir serwerî bîra mamostayî li gelek bîrhatinên gundî hat û axînk û bîrhatinên mamostayî digel gundî wesa bo me wesif dikir.

■■ Ebdulkerîm Findî: Havîna 1963ê şerê çiyayê metîna despêkir, 42 roja bu şer li çiyayê metîna, paşî hikumet şikest , şikest heta Bamernê ev rêka henê rêka qêrî di destê hikumetê da bû wekû dîtir di destê me da bû, hîngê Qarqarava ya çûl bû. Hîngî mala pismamekê min kur mamekê min (Ehya) babê Reşîdî li silal bû, hatibûne girg û van nihalên hêrveyi Qarqarava û Bakozê, ez hindek cara dihatime mala wan, mala me li Duhokê bû birayekê min kirtibû (Reşîd) navê wî, yê ji min biçûyik tire û Reşîdê pismamê min ez nizanim yê li TV ê hebû nebû hîngî nebû (bikenîve) ez di hatime mala wan. Meqerê me li Gelnazkê bû Qarqarava hîngê her li vî cihî bû, her li vî cihî bû, xanîyên bêxêr bûn 10 -12 malek û Qarqara bicîkînîya min jî tînîte bîra min . ez li biçîkînîya xwe ez yê li Qarqarava bûyim, biçûyikinîya xwe min ya li Duhokê qetandî heta 1963ê, 1963 ê careka dî hatîme nav şoreşê ez îcazê dihatimev Qarqarava , vêgavê bo nimûne Qarqarava 5 malêt lê mayin hîngê 10-12 bûn hîngê 12 mal têhebûn pitirjîk hîngî lê bûn, vêgavê 5 mal jinkek û zelamek lê mayin maljî jinkek û zelamekin zêde tir nîne, malêt dîtir jî hemî yêt li Duhokê … vêgavê min hezdikir çine 20 malek lê ban da pitira bi sebir bît pitir da cihê mirovî pitir lê hebît ji vêgavê.

■ BB: Min pê xoş bû gelek bîrhatinên û rojanên berê bînme bîra mamostayê xo ku êk ji wan mamostayên min bû li qotabxana Birayetî ku mamosta Ebdulkerîm Findî li vê qotabxana Kurdperwer deris dayne, piştî me seredana qotabxanê kirî mamosta Ebdulkerîm Findî gelek bi wesfên ciwan behsê qotabxanê û mamostayên qotabxana Birayetî diketin.

– Mamosta wextê hatîye Birayetî çi hate bîra te?

■■ Ebdulkerîm Findî: Heku ez hatîme têve.

■ BB: Belê weku tu hatîye têve.

■■ Ebdulkerîm Findî: Dewama birayetî hate bîra min, qotabîyêt wê hatine bîra min, mamostayêt wê hatine bîra min. kurdayetî hate bîra min çûnku me hîngî hisêb dikir birayetî ne qotabxane, me hisêb dikir qotabxaneka niştîmanî, me wisa hisêb dikir. Ew hate bîra min.

■ BB: Mamostayî çend sala li vê rê deris dayîne?

Ebdulkerîm Findî: Li sala 1977ê em hatîne vêrê heta 1984-1985 ez li vêrê bûm.

■ BB: Li wî wextî ye’nî di nav xelkî jî da gelek belavbibu qotabxana Birayetî, Pîşesazî , niza hizrek bo dihate kirin , gelek cara hizrek bo, boçî ev hizre. Mamostayên wê çi bûn ku şiyayîn vî qotabî welê biken?

■■ Ebdulkerîm Findî: hemî mamosta Kurd bûn û Kurdînî dikir û qotabî jî hemî di baş bûn, hemî di baş bûn me li sefê ve û li qotabxanê me çi divîya me digot, me hemî tişt di gotin, û medresa bitinê bû qotabxana bitinê bû xwandin lê Kurdî bû.

(Pişka 2)

■ BB: Mamosta li sala 1970ê dibîte endamê Êketîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê, her wesa mamosta hatîye helbijartin weku sikrtêr di piranîya desteyên rêvebirna Êketîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê, her wsa hatîye helbijartin weku endam di deteya rêveber ya Êketiya Nivîserên Kurd li Herêma Kurdistane di navbera salên 1986 – 1991ê her wesa nûnerê tayê Kurdiatnê di civata navîna ya nivîserên îraqê di sala 1986ê heta 1991 ê.

Her wesa mamosta Ebdulkerim Findî di çendîn kovara da weke endam karkirîye.. mîna ( Kovara Beyan, Kovara Nuserî Kurd, Kovara Peyv, sikrtêrê Kovara Mmetîn xola sîyê ji hijmar 1 heta 18bûye , her wesa sernivîserê Kovara Karwan li sala 1997ê ji hijmar 107 heta 114 bi stuyê xweve girtiyye , sikrtêrê Kovara Karwanî Ekadîmî her wesa dicle bûye.

■ BB: Li dor seredana me bo Êkatîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê û bîrhatinên mamostayî dighel Êkatîya Nivîserên Kurd mamosta hate axiftin.

■■ Ebdulkerîm Findî: Êketîya Nîvîsera ewilî me dana sala 1977 – 1978ê bû me li vêrê ne dana bû me li nîva bajêrî dana paşî em hatîne vêrê serê serhildanê berî serhildanê em hatîne vêrê. Êketîya Nivîseran rastî rolekê başê dîtî li Duhokê her çewa bît li Duhokê Êkatîya Nivîsera rolêeke mezinê dîtî, daxaza me ewe hîvîya me ewe her rolê xo bibînît û baştir bibînîn.

■ BB: Çi bîrhatinên xoş têne bîra te, weku te Êkatîya Nivîseran dîtî wek heval berê weku hin wek çi têtê hizra te vêgavê wek tu hatîye Êkatîya Nivîseran, çi hate bîra te?

■■ Ebdulkerîm Findî: Hizra Kurdînîyê tête bîra min, Kurdînîya paqij ya bê meslehet û hevalên Kevin têne bîra min, Ehmed Ebdila (Zero) hate bîra min , Hecî Ce’fer hate bîra min, Ebdulrehman Mizîrî hate bîra min , Reşîde (Reşîd Findî) birayê min hate bîra min. eve hatine bîra ye’nî ev cîlê em dibêjînê cîlê kevin hate bîra min, cîlê nî ne hate bîra min … Mihsin Qoçan hate bîra min bi şi’rên xo yên daxbar ku xelik gelekê pê daxbare Guherzî (Mihemed Tahir) rehmet lê bin hate bîra min, Diyar (Doskî) hate bîra min, eve hatine bira min.

■ BB: Mamosta Ebdulkerîm Findî di kovar û rojnamen kurdî da yên Kurdistanê û îraqê da çendin babet û vekolînên edebî , rexneyî filoklorî, û babetên dîrokî li ser dîroka Kurdan belave kirîne.

Berhemên mamsota Evdulkerîm Findî ku heta nuke çapkirîne û pertûkxana Kurdî pê zengîn kirîye:

Dîwana Bekir Begê Erizî,

Meyro, ku komeka çîrokên mamosta mihemd emîn boz arselane

Gulçin, û

şoreşa Eylolê Li Kurditana îraqê û

Rêberê Parêzgeha Duhokê

Hozêt Kurdî Li Bakûrê Wîlayeta Musil û

Partî Li Ser Demê Mişextbûna Barzanî û

Amêdîyê Di Çend Çerxên Cuda Cuda da, û her wesa

Yobîla Zêrîna Pêşmergeyî, û

Barzanî Xwe Na Det Dest Kesê,

û çendîn pertûkên dîtir ku heşta li çapê ne dayine.

■ BB: Mamosta di jîyana xo da ya taybet da ku digel mala xo diborînît hemî bi kêyf û xoşî rêzeka taybet li dev wan heye û cihê serferazîya hemî malê ye.

■ BB: Mamosta Ebdulkerîm Findî berî nêzîkî (3) sê salan tûşî nexweşîyeka bûye ku rexekê mamostayî heta radekê ji kar dikevît piştî ji layê Hikumeta herêma Kurdistanê ve hatîye hinartin bo derveyi welatî, û çareserîya wî bi rêkên werzişî tête encam dan, mamosta rojane pitir ji 3 demjimêran werzişê diket û hatin û çûnê û roj bo rojê beref başîyê ve dicîtin û gelekê keyif xoşe bi vê qederê û wekî çîyayekê mukim beramber hemî êş û azaran dirawestît, û jiyanê wesa wesif diket.

■■ Ebdulkerîm Findî: 1991ê me Metîn li Duhkê derêxist, salekê ez mam midîrê Sîna’ê (Pîşesazî) rêveberê qotabxana Sina’a Duhokê, paşî ez bûme rêveberê giştî (midair ‘am)ê rewşenbîrî li Hevlêrê, pistî salekê.

Ez dibêjim 12y heyva 6 bû sala 1993ê ez bûme midîr ‘am .. heta nuke ez midîr ‘amim.

■ BB: Niza mamostayî divêt peyvekê bêjîte me şiretekê nisîhetekê? Dê çi bêjît.

■■ Ebdulkerîm Findî: Wilahî min divêtin hemî di muxlis bin, û hemî di rêza milletê xoda bin… hemî digel miletê xo bin digel hizba xo bin .. min eve ya heyî … hema digel milletê xo bit mirov digel miletê xo bît, mirovê serferaze …. Bila mirovê feqîr bit bila mirovê zengîn bît .. bila yê dewelemend bîtin .. bi çi şilkê hebît mirov dê qetînît.

Jîyan hevrikîyeke … tu yê digel hevalê xo dikeyî, yê digel milletê xwe dikeyî, hevrikîya başîyê … ne ya xirabîyê… ya başîyê lê bikeyî .. ev hevrikîye mirovî digehînîte amanceka baştir.

■ BB: Mamosta di jiyana xoda gehiştîyê wê ya wî viyayî..

■■ Ebdulkerîm Findî: E ezê gehiştîmê.

Comments are closed.