Despêk Nivêsînên Izet Findî Zankoya Newroz

Dr. Izet Findî pişikdarî di rêwresmên bîrewerîya Enfala Behdînan da kir

Şandekê zankoya Newroz bi serokatya Dr. Izet Findî (Ass. Prof. Dr. Ezzat Findi) serokê zankoya Newroz pişikdarî rêwresmên bîrhatna (30)an a salvegera Enfala Behdînan bûn ku li roja şembî rêkeftî 01/09/2018an ku ji alîyê rêveberîya giştî ya şehîd û enfalkirîyan li parêzgeha Duhukê li kelha Nizarkê – Duhok hatbû rêkxistin.

Hejî gotinê ye ku ev rêwresme bi berhevbûna (Nêçîrvan Barzanî) serokê hikumeta herêma Kurdistanê  û wezîr û perlemantar û qonsilên welatên bîyanî û rêveberên dam û dezgehên hikumî û hizbî û pêşmergey û kes û karên şehêdan û jimareka zora hevwelatîyan birêveçû