Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 31

Xeleka 31:
Ew zarav û idyomêt li ser leşê mirovî yan endamekê leşê mirovî dihêne gotin û pê dihêne saluxdan bi vî rengê xwarê ne:
1- (Ser çêl yan ser ga) anku ser mezin.
– (Ser teşîk) anku ser biçuyik wekî serkê teşîyê.
– (ser huç) anku ser ruyit, bê muy.
2- (Guhbel) anku guhêt qîç û ji serî di duyir.
– (Guhilvaşe) anku guhêt mezin û nerim û pîçek şur.
3- (çav biloq) wekî çav bilh û çav hiluy anku ew çavêt mezin û ji serî derketî.
– (Çav zil) anku çavêt rawistîyay û ne liv.
– (Çav kunesim) anku çav huyir.
– (Çav pirpitûk) anku çavêt huyir û bê serûber.
4- (Lêv tirişik) anku lêvêt tirş û şîn û mezin.
– (Lêv mitirb) anku lêv mezin wekî lêvêt zirna bêja.
5- (Difin qup) anku wekî difna birî û kurt.
– (Difin şalûk) anku wekî difna şalûkê şur û dirêj û nîv bazney.
– (Difin das) anku difneka rast û dirêj û ji serûçava derketî.
6- (Dev tebîk) anku devekê bê didan û tebiqî.
– (Dev kalûxik) anku ewê erzink dirêj û devê wî şur.
7- (Erzink drêj) ewê erzinka wî dirêj
– (Peç) anku erzink kurt
8- (şawî dirêj) anku lam lamk dirêj.
9- (Leplepe) anku ewê dest û tilîêt wî mezin.
10- (Zik hîz) anku zik mezin, zikê wî wekî hîzêt duşavê.
– (Zik meşk) anku zik mezin, zikê wî wekê meşkê.
– (Zik şur) anku zik mezin û şur buye ser şuytikê.
– (Tilo) anku zik mezn, xudanê tilî.
11- (Mil xuyil) anku mil çemyay.
– (Mil pan) anku nav milêt wî di panin.
12- (Pişt qefare) anku pişt çemyay, pişta wî wekî darê qefarê yê derê kutanê.
– (Pişt kuvil) anku girêyek li nav milêt wî û pişta wî wekî kuvilî.
13- (Çuk aşevan) anku çuk mezin, wekî çukêt aşevanan.
14- (Ruq dirêj) anku ling dirêj ji çuka û pêda anku luylaq.
15- (Pê pan) anku pê mezin.

Comments are closed.