Bernamê “Dîdara Rewşenbîrî” ku li Waar tv tê Pêşkeşkirin di xeleka xwe ya vê carê de bo mêvanê Ebdulkerîm Findî û dîdareka taybet pêre kir. Di vê dîdarê de Ebdulkerîm Findî behis li jiyana xweya edebî û kar û çalakîyên xwe dike, her wisa behis li çendîn tewerên din jî hate kirin.
Bi xem û kovan, me nûçê wexerkirina mamoste û nivîskar û kesayetiyê bajarê Duhokê, dostên malbata me (Mes’ud Mihemed Se’îd Duhokî) bihîst, wexerkirina kesayetiyekê wisa berêz û hêja xemeka mezin di dilê me de hişt, û valatîyeke mezin di dîwana me û ya devere de hişt .