Ji weşanên Yekêtiya Nivîskarên Kurd / Duhok, hijmar (231) pertûkeke nû ya Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebdulkerîm Findî kete ber destê xwendevanan. Pertûka nû ya ebdulkerîm Findî binavê ” Qila’ Badinan û be’iz mewaqi’ El-eserîye fîha” anku (Kelên Badînan û hindek cihên wê yên şûynwarî).
Bernamê “Dîdara Rewşenbîrî” ku li Waar tv tê Pêşkeşkirin di xeleka xwe ya vê carê de bo mêvanê Ebdulkerîm Findî û dîdareka taybet pêre kir. Di vê dîdarê de Ebdulkerîm Findî behis li jiyana xweya edebî û kar û çalakîyên xwe dike, her wisa behis li çendîn tewerên din jî hate kirin.
Ji weşanên MOMENT li Lenden pertûka Ebdulkerîm Findî ya bi navê (Qila’ Badînan- Kelên Badinan) bi çapeke nû derket. Pertûka navbirî beriya niha û li sala 2012an de li Kurdistanê di nêv weşanên Yekêtiya Nivîserên Kurd / Duhok hatibû çapkirin, Moment dîsan ev pertûk bi çapeke nêvdewletî belavekir.