Dr. Izet Findî, li ser zimanê Kurdî dinivîse – 17

Xeleka 17:
Vegeryan bu xeleka çuyî, û ew zarav û idiyumêt girêdayi bi befir û baranê li duyî zanîn û pisiyarêt me bi vî rengî ne:

1- Ba û Befir
– Ew bayê sar û tezî evê (berî befrê) dihêt, dibêjinê (ba kuzîrk).
– Ew bayê sar û tezî evê (digel befrê) dihêt, dibêjnê (ba ger).
* bo zanîn: ev (ba ger)e ye mirova di xindiqînît di nav befrê da.

2- Ba û Baran
– Ew bayê (berî baranê) dihêt, dibêjnê (ba kusik).
– Ew bayê (digel baranê) dihêt, dibêjnê (barruve).

3- Biruyîsî
– Vedana biruyîsîya li diwîrî mirovî û li pê dengî dibêjnê (çirfêna) biruyîsîya ya di hêt.
– Vedana biruyîsîya li nîzîkî mirovî û li pê dengî dibêjnê (şirîqêna) biruyîsîya ya di hêt.

* Têbînî:
1- Gelek navêt dî bu van curêt (ba)y yêt heyin wek (Bager, Bazivîrk, baxor, badef).
2- Bi hizira min peywendiyeka zimanî li navbera peyivên (sta û ber) û (berste) û (biruyîsî) ya hey, bila bu xelekeka dî bît.

Comments are closed.