|
|
|
|
Serexoşî….
Findî Info |
 |
|
Bi
xem û kovan, me nûçê wexerkirina mamoste
û
nivîskar
û
kesayetiyê
bajarê
Duhokê,
dostên malbata me (Mes'ud Mihemed Se'îd Duhokî)
bihîst, wexerkirina kesayetiyekê
wisa berêz
û
hêja
xemeka mezin di dilê me de hişt, û valatîyeke mezin di dîwana me
û ya devere de
hişt
.
Hêjayî gotinê ye ku xwedê
jê
razî
xodan serbor
û
xizmeteke bercav bû di warê hînkirin
û
nivêsînê de, her wesa camêrîya wî
ya aşkira û rûn bû li hember xelkî nexasime hember dost
û
hevalên xwe.
Binavê malbata Findî û bi dilekê xemgîn, serexweşîyên xwe
arasteyî malbata xwedê
jê
razî
(Mes'ud Efendî)
dikeyin, û hîvîxazîn ji xwedê
bi behişta xwe ya berîn şad bike.
îna lîlah û îna îleyîhî racî’on
Ebdulkerîm
Findî
Pêş
Malbata Findî ve (Duhok 03.05.2013)
 |
|
|
|
|
Ebdulkerîm Findî
hate xelatkirin
|
|
 |
|
Findî Info
Bi hilkefta 115 saliya
rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamevanên
Kurdistanê li roja 23.04.2013an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye
bi bîranî.
Di vê rojê de (Ebdulkerim Findi) wek Damezrenerê
Sendika Rojnamevanên
Kurdisrtanê
bi xelata Zêrin
ya sendikayê
hate xelatkirin.
Her wesa destekên
pêshin yên
birêveberên
liqê
duhok ew jî hatin xelatkitin.
Zêdebarî
nîşandana
filmekê
dukyumentî li dor damezrandina sendîkayê
û
liqê
duhok yê
sendîkayê.
di aliyekê din de di heman rêwresman de
çapa
diwê
ji pertûkeka Hekar Findî a
navê "Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê"
her wesa
êkem
hijmara kovara (Rounahi) ku ew jî ji aliyê
Hekar Findî ve hatibû
berhevkirin li ser berhevbûyan
hatin
parvekirin .
Bo
xwendin
û
ditina wêneyên
çalakiyê.....
li vir bitikîne
 |
|
|
|
|
Pertûkeke
Ebdulkerîm Findî
li
ser zimanê Kurdî – Devoka Bahdînan derket
Findî Info |
 |
|
Ji weşanên
rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Ebdulkerîm Findî li
ser zimanê Kurdî bi zimanê 'Erebî bi navê "El-Lûxe El-Kurdîye fî
Mentîqet Behdînan" anku "Zimanê Kurdî li Devera Behdînan"
derket.
Pertûka desthilatdarê Birîtanî yê parêzgeha Musil / devera
Badînan R.F.Cardîn ku di sala 1919an de bi zimanê ingilizî
nivisandibû û weşandibû, nivîserê Kurd Ebdulkerîm Findî û Metî
Filîbs ev pertûk wergêrandine ser zimanê Erebî, û şaşiyên wê jî
rastvekirine.
Ev
pertûkê wek rê nîşander û dergehek bo fêrbûna zimanê Kurdî-
devoka Badînan hatîye nivîsandin û berhevkirin ji bo wan kesên
biyanî yên ku li wî serdemî seredana devere dikirin.
Di
Naveroka pertûkê de rêzman û çewanîya fêrbûna zimanê Kurdî digel
çendin peyv û zarav û kurte serhatî û çîrokên Kurdî hatîne
diyarkirin ku li ser 56 pişkên cuda cuda hatîne parve kirin û di
bin 4 çiwar dergehan de hatîne pêşkêşkirin.
Di
wexta xwe de ka çewa ev pertûk bo inglîzî ziman zana hatibû
berhevkirin bi mebesta fêrbûn û haydarbûn li ser zimanê Kurdî,
niha pertûk di vê çapa xwe de ew bo erebî ziman zana hatîye
peşkêşkirin ku bi rêya vê pertûke ew dikarin bi şêwazekê rêzmanî
û rast û dirost fêr û haydarî zimanê Kurdî bibin.
Nivîserê Kurd Ebdulkerîm Findî derbareyi vê pertûkê wisa
dinivîsîne û dibêje "sererayî hêbûna çendîn şaşîyan di naveroka
vê pertûkê de ev dibe êkemîn vekolîna rêzmanî derbarê zimanê
Kurdî/ devoka Badînî.
Hêjayî gotinê ye ku vê pertûk hijmar (25) di zincîreya weşanên
rêveberîya çap û weşanê – Duhok ser bi wezareta rewşenbîrî û
lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê de cih girtîye.
Ev
pertûk ji (255) laperan pêk dihê, û li çapxana Hawar -
Duhok/2012 çap bûye.
Bo
barkirin û xwendina pertûkê.....
li vir bitikîne
 |
|
|
|
|
Têgehekê Yasayi bo
rojnamevanîyê di
Pertûkeke
Hekar Findî de
Findî Info |
 |
|
Ji
weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Hekar Findî bi
zimanê Kurdî bi navê "Tegehekê yasayî bo reojnamevanîyê" derket.
Di vê pertûkê de, Hekar Findî li dûv yasayên karpêkirî li herêma
Kurdistanê û çendîn welatên cîhanî rojnamenivîs û rojnamevanî bi
dîtineka yasayî dayine şirove û xweyakirin.
Babetên sereke yên ku pertûkê di 5 pişkên xwe de
şirove û diyarkirine evin (Êtîk, Erk, maf, parêzeyî, tawan, mafê
bi destveînana pêzaninan).
Hejî gotinê ye ku ev pertûk dibe êkemîn pertûk di
vî biyavî de û bi zimanê kurdî/ kurmancî tê çapkirin.
Vê pertûke hijmar (26) di zincîreya weşanên
rêveberîya çap û weşanê – Duhok ser bi wezareta rewşenbîrî û
lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê de cih girtiye.
Pertûke ji (180) berperan pêk dihê û li çapxana
hawar – Duhok/2012 çap bûye.
Bo
barkirin û xwendina pertûkê.....
li vir bitikîne
 |
|
|
|
|
Pertûkeke
Dr. Izet
Findî
bi zimanê
ingilîzî derket
Findî Info |
 |
|
Pirtûkeke Dr.Izet Findî bi
navê (INTRODUCTION TO IRRIGATION PRINCIPLES) anku (Despêkek bo
Zanistê Avdanê) bi zimanê ingilîzî derket.
Ev pertûk wê weke rênîşanderek bo xwendekarên bekalorîyosê yên
kolîjên çandinê bê pêşkêş kirin û xwendin.
Pertûka han ji (70) berperên A4 pêk dihê û li çapxana Zankoya
Duhok / 2012 hatiye çapkirin, her wesa bi her daneyekê re CD
heye ku naveroka perûkê bi şêwazê dijîtal têde cih digire.
Bo
barkirin û xwendina pertûkê.....
li vir bitikîne
 |
|
|
|
|
Ebdulkerîm
Findî û Reşîd Findî
hatin
xelatkirin
|
|
 |
|
Findî Info
Bi hilkefta 114 saliya
rojnamegeriya Kurdî, liqe Duhok yê sendîka rojnamevanên
Kurdistanê li roja 23.04.2012an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye
bi bîranî.
Di vê rojê de (20) rojnamevanên dêrîn yên
parêzgeha Duhokê hatine xelatkirîn, di nava van (20)
rojnamevanên dêrîn de dû endamên malbata Findî hebuun ku hatin
xelatkirin, ewjî Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî bûn.
Her wesa Di vê rojê de pertûkek Hekar Findî bi
navê " Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê" jî hate
parvekirin li ser berhevbuyan, piştre Hekar Findî li ser
naveroka pertûke axivî. ..........
bixwîne

|
|
|
|
|
Dezgehên
Ragehandinê
di
pertûkeke
Hekar
Findî de
Findi Info |
 |
|
Ji weşanên liqê Duhok yê
Sendika Rojnamevanên Kurdistanê pertûkeke
Hekar Findî bi navê "Rêberê Dezgehên Ragehandinê li parêzgeha
Duhokê" bi zimanê kurdî derket.
Di vî rêberî de pêzanîn û rêyên peywendîkirinê
yên pêtirî 80 dezgehên ku di parezgeha duhokê de ne cih digirin,
ev rêbere dibe êkemîn rêber ku bi vî şêwazî derdikeve.
Rêber ji 104 berperên rengawreng li çapxana xanî
- Duhok çapbûye............
bixwîne

|
|
|
|
|
Şûnwarên Duhokê….
di
pertûkeke
Izet
Findî de
Findi Info |
 |
|
Ji
weşanên rêveberiya çap û weşanê li duhokê pertûkeke Izet Findî
bi navê " Şûnwarên Devera Duhokê…. Çend vekolînên zanistî" bi
zimanê Kurdî derket.
Di vê pertûkê de çendîn vekolînên zanistî li ser
şûnwarên Duhokê cih digirin, hinek ji vekolinên di vê pertûkê de
bo cara êkê ne dihêne encamdan…. Wek vekolîneke zanistî li ser
kela Pîromera li devera Doskî ya ku bo cara êkê ye vekolîn li
ser tê kirin ew jî ji alîyê Dr. Izet Findî ve hatiye encam dan.
Pertûka han, ji (80) berperan pêk tê, hijmar 11
di zincîra weshanên rêveberiyê de girtîye, li çapxana wezareta
rewshenbîrî – hewlêr çap bûye............
bixwîne
 |
|
|
|
|
Ebdulkerîm Findî
Rêveberiya Çap û Weşanê li Duhokê
vekir |

Findi.Info
Li
roja
(7.2.2012) li bajarê Duhokê di rêwresmekî hejî de
û bi berhevbuuna hijmareka niviskar û rewşenbirên kurd
rêveberiiyeke nû bi navê "Rêveberiya Çap u Weşanê" ji alîyê
nivîskarê kurd Ebdulkerîm Findî ve hate vekirin.
Digel vekirina rêveberiya nû (11) pertûk di
biyavên cuda cuda hatine belavkirin û ketin nêv pertûkxaneya
kurdî de ku ji alîyê rêveberîya navbirî ve hatibûne çapkirin.
Hejî gotinêye ku rêveberîya han ser bi wezareta
rewşenbîrî û lawan a hikumeta herêma kurdistanê ve ye, u
birêveberê wê "Kerîm Biyanî" î ye...
bixwîne

|
|
|
|
|
Pertûkeke
Ebdulkerîm Findî
li ser Kelên Badînan derket
Findi.Info |
 |
Ji
weşanên Yekêtiya Nivîskarên Kurd / Duhok, hijmar (231) pertûkeke
nû ya Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebdulkerîm Findî kete ber destê
xwendevanan.
Pertûka nû ya ebdulkerîm Findî binavê " Qila' Badinan û be'iz
mewaqi' El-eserîye fîha" anku (Kelên Badînan û hindek cihên wê
yên şûynwarî).
Pertûka han nêzî (50) kel û cihên şûynwarî li devera badînan bi
xwe ve digire, her wesa çendîn belege û wêneyên girêdayî van
cihan jî têda hatine weshandin, zêdebarî nexşeyeke mîrnishîna
Badînan...............
bixwîne

|
|
|
|
|
Yasayên Rojnamevanî di Pertûkeke Hekar Findî de
Findi.Info |
 |
Ji
weshanên Wezareta Roshinbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê –
Rêveberîya Ragehandinê Pertûka "Yasayên rojnamevanî li herêma
kurdistanê" ku ji aliyê rojnamevan û mafperwer Hekar Findî ve
hatiiye berhevkirin bi zimanê erebî û wergêran bo zimanê kurdî –
zarê kurmancîya jûrî.
Divê pertûkê de da ew yasayên rojnamevanîyê yên karpêkirî û
rastvekirî cih digirin.
Hejîye bêjîn ku pertûka navbirî ji 144 berperên navincî pêk
dihêt û li çapxaneya xani – Duhok / 2011 hatîye çapkirin.............
bixwîne

|
|
|
|