Ji weshanên Wezareta Roshinbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê – Rêveberîya Ragehandinê Pertûka “Yasayên rojnamevanî li herêma kurdistanê” ku ji aliyê rojnamevan û mafperwer Hekar Findî ve hatiiye berhevkirin bi zimanê erebî û wergêran bo zimanê kurdî – zarê kurmancîya jûrî.
Ji çapkirîyên liqê Duhok yê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, êkem hijmar ji kovara (Ronahî) dubare hate çapkirin. Dubare çapkirin ji hizir û berhevkirina Hekar Findî bû. Hejî gotinê ye ku (Ronahî) êkem kovara devera Badînan bû, ji alîyê rehmetî (Hafiz Qazî) ve li sala 1960ê hatibû weşandin.
Bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqe Duhok yê sendîka rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2012an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (20) rojnamevanên dêrîn yên parêzgeha Duhokê hatine xelatkirîn, di nava van (20) rojnamevanên dêrîn de dû endamên malbata Findî hebuun ku hatin xelatkirin, ewjî Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî […]