Li roja (7.2.2012) li bajarê Duhokê di rêwresmekî hejî de û bi berhevbuuna hijmareka niviskar û rewşenbirên kurd rêveberiiyeke nû bi navê “Rêveberiya Çap u Weşanê” ji alîyê nivîskarê kurd Ebdulkerîm Findî ve hate vekirin.
Ji weşanên Yekêtiya Nivîskarên Kurd / Duhok, hijmar (231) pertûkeke nû ya Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebdulkerîm Findî kete ber destê xwendevanan. Pertûka nû ya ebdulkerîm Findî binavê ” Qila’ Badinan û be’iz mewaqi’ El-eserîye fîha” anku (Kelên Badînan û hindek cihên wê yên şûynwarî).
Bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqe Duhok yê sendîka rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2012an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (20) rojnamevanên dêrîn yên parêzgeha Duhokê hatine xelatkirîn, di nava van (20) rojnamevanên dêrîn de dû endamên malbata Findî hebuun ku hatin xelatkirin, ewjî Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî […]