Bi hilkefta 115 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqê Duhok yê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2013an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (Ebdulkerim Findi) wek Damezrenerê Sendika Rojnamevanên Kurdisrtanê bi xelata Zêrin ya sendikayê hate xelatkirin.
Bernamê PROFILE ku her xelek bi rewshenbîr û rûnakbîren kurd re rûdine ku jiyan û bizav û xebatên wan bercav bike, di xelekeke xwe de mêvandariya nivîskarê Kurd Ebdulkerîm Findî kir. Findi Info ji we xeleke belavdike.
Bernamê “Dîdara Rewşenbîrî” ku li Waar tv tê Pêşkeşkirin di xeleka xwe ya vê carê de bo mêvanê Ebdulkerîm Findî û dîdareka taybet pêre kir. Di vê dîdarê de Ebdulkerîm Findî behis li jiyana xweya edebî û kar û çalakîyên xwe dike, her wisa behis li çendîn tewerên din jî hate kirin.