Pişt bestin bi şarezayi û serbora wî ya serkeftî di biyavê kargêrî û karûbarên qotbiyan da Dr. Izet Findî wek harîkarê serokê Zankoya Newroz bo karûbarên kargêrî û darayi û qotabiyan hate destnîşankirin û dest bi kar bû.
Bernamê “Dîdara Rewşenbîrî” ku li Waar tv tê Pêşkeşkirin di xeleka xwe ya vê carê de bo mêvanê Ebdulkerîm Findî û dîdareka taybet pêre kir. Di vê dîdarê de Ebdulkerîm Findî behis li jiyana xweya edebî û kar û çalakîyên xwe dike, her wisa behis li çendîn tewerên din jî hate kirin.
Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Ebdulkerîm Findî li ser zimanê Kurdî bi zimanê ‘Erebî bi navê “El-Lûxe El-Kurdîye fî Mentîqet Behdînan” anku “Zimanê Kurdî li Devera Behdînan” derket. Pertûka desthilatdarê Birîtanî yê parêzgeha Musil / devera Badînan R.F.Cardîn ku di sala 1919an de bi zimanê ingilizî nivisandibû û weşandibû, nivîserê Kurd […]