Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê – Duhok pertûkeke Hekar Findî bi zimanê Kurdî bi navê “Tegehekê yasayî bo reojnamevanîyê” derket. Di vê pertûkê de, Hekar Findî li dûv yasayên karpêkirî li herêma Kurdistanê û çendîn welatên cîhanî rojnamenivîs û rojnamevanî bi dîtineka yasayî dayine şirove û xweyakirin.
Despêk
Pertûkeke Dr. Izet Findî bi zimanê ingilîzî derket
Pirtûkeke Dr.Izet Findî bi navê (INTRODUCTION TO IRRIGATION PRINCIPLES) anku (Despêkek bo Zanistê Avdanê) bi zimanê ingilîzî derket. Ev pertûk wê weke rênîşanderek bo xwendekarên bekalorîyosê yên kolîjên çandinê bê pêşkêş kirin û xwendin.
Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî hatin xelatkirin
Bi hilkefta 114 saliya rojnamegeriya Kurdî, liqe Duhok yê sendîka rojnamevanên Kurdistanê li roja 23.04.2012an bi çend çalakîyan ev bîrewerîye bi bîranî. Di vê rojê de (20) rojnamevanên dêrîn yên parêzgeha Duhokê hatine xelatkirîn, di nava van (20) rojnamevanên dêrîn de dû endamên malbata Findî hebuun ku hatin xelatkirin, ewjî Ebdulkerîm Findî û Reşîd Findî […]
Dezgehên Ragehandinê di pertûkeke Hekar Findî de
Ji weşanên liqê Duhok yê Sendika Rojnamevanên Kurdistanê pertûkeke Hekar Findî bi navê “Rêberê Dezgehên Ragehandinê li parêzgeha Duhokê” bi zimanê kurdî derket. Di vî rêberî de pêzanîn û rêyên peywendîkirinê yên pêtirî 80 dezgehên ku di parezgeha duhokê de ne cih digirin, ev rêbere dibe êkemîn rêber ku bi vî şêwazî derdikeve.
Şûnwarên Duhokê di pertûkeke Izet Findî de
Ji weşanên rêveberiya çap û weşanê li duhokê pertûkeke Izet Findî bi navê ” Şûnwarên Devera Duhokê…. Çend vekolînên zanistî” bi zimanê Kurdî derket. Di vê pertûkê de çendîn vekolînên zanistî li ser şûnwarên Duhokê cih digirin, hinek ji vekolinên di vê pertûkê de bo cara êkê ne dihêne encamdan.
Ebdulkerîm Findî Rêveberiya Çap û Weşanê li Duhokê vekir
Li roja (7.2.2012) li bajarê Duhokê di rêwresmekî hejî de û bi berhevbuuna hijmareka niviskar û rewşenbirên kurd rêveberiiyeke nû bi navê “Rêveberiya Çap u Weşanê” ji alîyê nivîskarê kurd Ebdulkerîm Findî ve hate vekirin.
Pertûkeke Ebdulkerîm Findî li ser Kelên Badînan derket
Ji weşanên Yekêtiya Nivîskarên Kurd / Duhok, hijmar (231) pertûkeke nû ya Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebdulkerîm Findî kete ber destê xwendevanan. Pertûka nû ya ebdulkerîm Findî binavê ” Qila’ Badinan û be’iz mewaqi’ El-eserîye fîha” anku (Kelên Badînan û hindek cihên wê yên şûynwarî).
Yasayên Rojnamevanî di Pertûkeke Hekar Findî de
Ji weshanên Wezareta Roshinbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê – Rêveberîya Ragehandinê Pertûka “Yasayên rojnamevanî li herêma kurdistanê” ku ji aliyê rojnamevan û mafperwer Hekar Findî ve hatiiye berhevkirin bi zimanê erebî û wergêran bo zimanê kurdî – zarê kurmancîya jûrî.