Pişt bestin bi şarezayi û serbora wî ya serkeftî di biyavê kargêrî û karûbarên qotbiyan da Dr. Izet Findî wek harîkarê serokê Zankoya Newroz bo karûbarên kargêrî û darayi û qotabiyan hate destnîşankirin û dest bi kar bû.
Ji weşanên MOMENT li Lenden pertûka Ebdulkerîm Findî ya bi navê (Qila’ Badînan- Kelên Badinan) bi çapeke nû derket. Pertûka navbirî beriya niha û li sala 2012an de li Kurdistanê di nêv weşanên Yekêtiya Nivîserên Kurd / Duhok hatibû çapkirin, Moment dîsan ev pertûk bi çapeke nêvdewletî belavekir.
Bi xem û kovan, me nûçê wexerkirina mamoste û nivîskar û kesayetiyê bajarê Duhokê, dostên malbata me (Mes’ud Mihemed Se’îd Duhokî) bihîst, wexerkirina kesayetiyekê wisa berêz û hêja xemeka mezin di dilê me de hişt, û valatîyeke mezin di dîwana me û ya devere de hişt .